Piştî bodrumên Cizîrê: Têkoşîna wan wê li kolanan bijî
- 09:30 5 Sibat 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Dayika Mehmet Tunç ê ku du sal berê di bodrumên Cizîrê de banga ‘Me serî netewand, bi me serbilind bin’ kir, Esmer Tunç diyar kir ku ew bi wan serbilind in û got bîranîn û têkoşînên wan wê her tim li kolanên Cizîrê bijîn.
Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîra Şirnexê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir de sê sal derbas bû. Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç ku di bodruma yekemîn de bû dengê birîndaran bi telefonê wiha gotibû: “Bila kes nepê ku em teslîm dibin. Em wek roja ewil mil bi mil têdikoşin. Ger hewce be em ê şehîd bikevin. Me berxwe da, me serî netewand, bi me ser bilind bin.”
Mehmet Tunç bi birayê xwe Orhan Tunç re di bodrumê de di operasyonê de hat qetilkirin. Dayika wan Esmer Tunç diyar kir ku her du kurê wê di rêya şeref û namûsê de jiyana xwe ji dest dane û bi wan ser bilind in.
Esmerê bi lêv kir ku li taxa Nur rûdiniştin û di dema pevçûnan de 23 rojan li wir mane û got xwezî bila mal biçûya her tişt biçûya lê can neçûya û got: “Kurê min Orhan bi rojan li taxa Nûr ma. Min her tim ew didît. Mehek û sê rojan li wir man. Çawa teqîn li taxa Cudî çêbû ew çû cem birayê xwe Mehmet.
Segvanan gule berdan lingê wî. Piştre çû Cudî. Li wir jî pevçûn dijwar bûn. Êdî me xwe negîhandê.”
‘Ez bi wan ser bilind im’
Esmerê destnîşan kir ku tevî dewletê dizanî birîndar di bodrumê de hene mudaxale berdewam kirine û got: “Bi dehan kes hîna zarok bûn. Her kesî dengê Mehmet bihîst. Her tişt got. Berxwe dan. Wan ji bo şeref û namûsa xwe berxwe dan.
‘Kîjan ol vê qebûl dike’
Esmerê di berdewamiyê de ev tişt got: “Piştî min bihîst kurê min birîndar e ez bi paçê sipî çûm şaredariyê. Kes li wir tunebû. Em li wir rûniştin. Me televziyon temaşe kir. Dengê pevçûnan dihat. Li tu derê zilmek wisa tine. Wê rojê 9 kes hatibûn kuştin. Bû êvar gotin Orhan birine nexweşxaneyê. Piştre wenda kirin. Piştre jî me agahiya mirina wî girt.
Esmerê diyar kir ku çi dibe bila bibe wê li dijî dewletê serî netewînin û got ew kurê xwe û kesên jiyana xwe ji dest dane tu car ji bîr nake û ev tişt got: “Em ê bîranîn û berxwedana wan li kolanan bidin jiyîn. Wê Efrîn hesabê Cizîrê bipirse.”








