ROJEVA 5'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 5 Sibat 2018
- Rojev
*Jinên Êzidî yên li Herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û navçeyên wê şermezar kirin û banga bidawîkirina êrîşan li dewleta tirk kirin.
BI DÎMEN
*Parlamentera berê ya Partiya Keskan a Avusturyayê Berîvan Aslan diyar kir ku piştî êrîşa Efrînê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bêje ‘Putîn ez xapandime’ ez matmayî namînim. Berîvanê bêdengiya Yekitiya Ewropayê jî rexne kir.
*Piştî erdhêja Wanê welatiyên li konteyniran hatin bicihkirin nikarin mafên xwe yên jiyanê bi dest bixînin. Tevî ku di ser erdhêjê de 7 sal derbas bûye jî standartên jiyanê rast nebûne. Jinan diyar kirin ku tu kes ne mecbur be nikare li vir bijî û got ew dixwazin êdî rehet bikin. BI DÎMEN
*Dayika Mehmet Tunç ê ku du sal berê di bodrumên Cizîrê de banga ‘Me serî netewand, bi me serbilind bin’ kir, Esmer Tunç diyar kir ku ew bi wan serbilind in û got bîranîn û têkoşînên wan wê her tim li kolanên Cizîrê bijîn. BI DÎMEN
*Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di xebatên amadekariya 3’emîn Kongreya HDP’ê ya ku dê di 11’ê Sibatê de li Enqereyê li Salona Sporê ya Arenayê pêk bê, bi awayekî aktîf cih digirin û banga ‘HDP partiya ciwanan e. Em bende hemû ciwanane ku bi hêz, moral û enerjiya xwe tevlî bibin', kirin.
*Midûrê dibistana Îmam Hatîp a Anadolu ya Cizîrê M.T, bi hinceta ku xwendekarên kor tehrîk dibin, berdilk li mamosteyên jin ferz kir.
*Mehmet Emîn Ozkan ê di girtîgehê de çar caran krîza dil derbas kir, ji roviyan emeliyat bûye û nexweşê tansiyonê ye, tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ nayê tahliyekirin. Keça Mehmet, Selmayê ji bo tahliyekirina bavê xwe banga hestiyariyê li her kesî kir.
*Felek Çagdavul ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin, tevî ku li ser nasnameya Komara Tirkiyeyê derket jî di girtenameyê de wek ‘nasname ne diyar e’ hat derbaskirin û li Goristana Bêkesan a Sîlopiyê hat definkirin.
*Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de derketine di meha ewil a 2018’an de 28 jin hatine qetilkirin, 34 jin rastî şîdetê hatine û 147 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine.
*Reqsvan Umut Sevînc anî ziman ku mijara Hêkê di nava jiyaneke zor û zehmet de têkoşîna jiyanê tê dayîn e. BI DÎMEN








