Mêrê ku Rojbîn qetil kir û nûçegihanên me tehdît kir hat girtin
- 17:31 4 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Şeyhmus Îlhan ê Rojbîn Baran qetil kir û nûçegihanên me yên ku xwestin bûyerê bişopînin tehdît kir, hat girtin.
Şeyhmus Îlhan ê li Taxa Dîcle li Fîskayaya navçeya Yênîşehîra Amedê di 24’ê Kanûna 2018’an de Rojbîn Baran qetil kir û nûçegihanên me yên ku çûn cihê bûyerê û xwestin bûyerê bişopînin tehdît kir û roportaj da piştî 40 rojan hat girtin.
Şeyhmus Îlhan li Baxçeyên Hewselê ku nêzî taxa wî ye dema xwe vedişart hate girtin. Şeyhmus piştî lêpirsîna wî ya li Emniyetê sewqî Dadgeha Amedê hat kirin.








