Meclîsa Tendûristayê ya Efrînê: 129 sivîl hatin qetilkirin

  • 17:29 4 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Meclîsa Tendûristiyê ya Efrînê di civîna ku îro pêk anî de got ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê heta niha 129 sivîlan jiyana xwe dest da û 320 kes jî birîndar bûne. 
 
Meclîsa Tendûristiyê ya Efrînê îro daxûyanî da çapemeniyê û hejmara kesên ku di êrîşên artêşa tir de jiyana xwe dest dane û birîndar bûne eşkere kir.  Daxûyanî ji aliyê Hevseroka Meslîsa Tendûristiyê ya Efrînê Encela Roşo ve hate dayîn. Encela Reşo anî ziman ku hetanî niha zarok û jin jî di nav de 129 sivîlan jiyan xwe dest dane û 320 welatî  jî birîndar in.  
 
Encela bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Xaça Sor kir ku di warê  amûrên tendûristiyê de alîkariya wan bikin.  Her wiha Encela bi lêv kir ku welatiyê 77 salî yê bi navê Ehmed Mihemed Horo jiyana xwe dest daye û zaroka 4 salî Hemîd Reşîd jî birîndar bûye.