'Barîn Kobanê wê wekî her jineke têkoşer di dilê me de be'

  • 15:39 4 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎNÊ - Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê bi daxuyanîyekê çapemeniyê êrîşa li ser cenazeyê  şervana YPJ'ê Barîn Kobanê hat kirin şermezar kir.
 
Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê bi minasebeta êrîşa li ser cenzaneyê şervana YPJ'ê  Barîn Kobanê ku hatin kirin daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên li ser cenazeyê Barîn Kobanê şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlibûna jinên li herêma Şahbayê û endamên Yektiya Jinên Azad (YPJ) a Şehbayê hat dayîn.  
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Komîna Mezlûm Ezaz Meha El Omer ve hat xwendin de wiha hat gotin: "Şehîd Barîn Kobanê ji gundê Qar Kelbîn a herêma Şehba yê ye. Barîn piştî ku di encma êrîşên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê ji aliyê Çeteyên OSO'yê ku hevkarên tirkiyeyê ne ve hat îşkencekirin, teşîrkirin û l iser medyaya civakî hat parvekirin. Em van êrîşên hovane ên li ser Barînê bi tundî şermezar dikin. Ev dîmenên şermê ku hatin parvekirin şerma êrîşkaran û mêmasiya  wan nîşan dide. Barîn wê bibe sembola serkeftina Efrînê. Barîn wê wekî her jineke têkoşer a kurd di dilê me kurdan de be."  
 
Daxuyanî bi dirûşmên" Em hemû Barîn in, Bijî berxwedana jina azad, Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.