'Efrîn dê bibe goristana dagirkeran'
- 14:15 4 Sibat 2018
- Rojane
Ferîde Zede-Fîdan Rêzan
EFRÎN - Jinên Efrînê derbarê êrîşên bê navber ên dewleta tirk bi balafir û çekên giran li ser herêma Efîrnê bertek nîşan dan.
Jinên Efîrnê diyar kirin ku tu dagirkerî û tu hêz nikarîbe îrade û hêza gelê Efîrnê bişkîne û gotin ku serkeftin her wê ya gelê azad be.
Welatiya bi navê Zarîfa Omar êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kirin û got;" Dewleta tirk a û çeteyên OSO'yê bi hevkarî ev 16'e rojin êrîşî efrînê dikin. Armanc wan ji van êrîşan tunekirina gelê kurd û dagirkirina axa kurdan e. Li himber van êrîşan ev 16'e roj şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê berxwedanekê bê hampe di din meşandin. Di vê ku rêxstinên mafên Mirovan li ser van kiriyaran bisekinin."
'Tu kes nikare îradeya me bişikîne'
Her wiha welatiya bi navê Fatimê Seydo jî anî ziman ku tevî hemû êrîşên dewleta tirk gel jiyana xwe ya asayî berdewam dike dike û di berdwamiya axaftina xwe de ev tişt got: " Tu kes nikarê erdê Efîrnê dagirbikê, ji ber ku kesek nikare îrade û hêza me ya azad bişkîne. Em ê Efîrna xwe biparêzin."
'Wê di rondikên çavên zarokan de bifetisin'
Jina bi navê Zarîfe Sîdo jî bal kişnad ser kuştina zarokan û ev tişt got: "Erdogan bi qetilkirina zarokan, tag û topên xwe nikare gelê kurd têk bibe. Wê erdogan ji nifirên dayikan û di rondikên çavên zarokan de bifetise."
'Em ji tang û topan natirsin'
Di heman demêde welatiyê bi navê Mewlîde Ehmed jî wiha berteka xwe anî ziman" Dewleta tirk û çeteyên OSO'yê wê bi çekên giran êrîşî gundên herêma Efrînê dikin. Armanc ew e ku bi van êrîşan gel bitirsînin. Lê bila baş bizanibin ku em ji topên wan natirsin û heta dawiyê em ê li berxwe bidin."
'Sivîlan qetil dikin'
Sediqa mihemed a ku kuştina sivîlan bi bîr xist di berewamiya axaftina xwe de wiha got:" Dewleta tirk dûrî însaniyet û îslamiyetê li Efrînê êrîşî gelê sivîl dike û zarokan qetil dike. Lê heta ku hêza me hebe em ê li ber xwe bidin û axa xwe neterikînin."








