Zelûx Reşîd: Kesek nikare bi hêsanî axa Efrînê dagir bike
- 09:29 4 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Efrînê Zelûx Reşîd derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman, bal kişand ser berxwedana gel û got:"Gelê Efrînê bi berxwedana xwe ya bê hempa dê mohrê li rûpêlên dîrokê yên zêrîn bixe."
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Di encama bombeyên ku li ser gelê Efrînê dibare û bi avêtina topan gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Cîgira Desteya Jinê Zelûx Reşîd derbarê êrîşên li ser Efrînê de nêrînên xwe anî ziman û got kes nikare bi hêsanî axa Efrînê dagir bike.
'Kesek nikare ala xwe li ser axa Efrînê li ba bike'
Zelûxê nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li ser Efrînê anî ziman û wiha got:"Dewleta tirk digot em ê di sê rojan de ala xwe li Efrînê li ba bikin lê kesek nikare ala xwe bi hêsanî li ser axa Efrînê li ba bike. Gelê Kurd xwedî vîneke azad û xurt e, kesek nikare vîna me bişikîne. Em ê bibêjin an mirin an axa me û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
'Girêdana li ser axa me zêdetir dibe'
Zelûxê anî ziman ku tirk çiqas êrîşî Efrînê dike girêdana li ser axa wan zêde dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev axa bi xwîna berxwedêrên azadiyê hatiye avdan loma em zû zû dev ji axa xwe bernadin û heta dawiyê em ê têbikoşin, dê serkeftin a me be."








