ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 4 Sibat 2018
  • Rojev
*Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Efrînê Zelûx Reşîd derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman, bal kişand ser berxwedana gel û got:"Gelê Efrînê bi berxwedana xwe ya bê hempa dê mohrê li rûpêlên dîrokê yên zêrîn bixe."
 
*Li Bakurê Mozambîkê jin û zarok ji bo xwe bigihînin ava paqij bi kîlometreyan rê dimeşin. Mozambîkiyan diyar kirin ku ava ku dikşînin jî ne paqije û got: “Ev ji bo me pirsgirêkek mezine.  Sedema şerkirina mirovan ev e.”
 
*Nuriye Demîr ya di temenê biçûk de hat zewicandin,  ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin ve rastî êrîş û şîdeta sîstematîk  hat. Nuriye ligel hewldanên malbatê û lihevkirinê ya polîsan, zêdetir ket nav şîdetê û  niha ji sûcê ‘li dijî hevjîn plankirina kuştinê’ bi muebetê tê darizandin. 
 
*Karînê diyar kir ku derdê wê yê herî mezin bi pergala serdest ya mêr re ye û got ew hewl dide pirtûkên xwe biguhere pirtûkên dozekê, ji ber nivîs muxalîf e.
 
*Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn  beriya sêyemîn kongreya partiya xwe behsa xebatan kir û diyar kir ku gel xwedî li HDP’ê derdikeve û got wê coşa kongreyê  Efrînê silav bike. BI DÎMEN
 
*Alîgirê Serokê Komeleya Onkolojiya Tibbî ya Turk û Pisporê Onkolojiya Medîkal a Navenda Tenduristiya Anadolu, Prof. Dr. Serdar Turhal  diyar kir ku bi lêkolîn û dermanên nû têkoşîna li dijî penceşêrê xurt bûye. Serdar her wiha bi lêv kir ku  di nexweşiya pençeşêra memikan de dermanên nû derketine û bi saya vê pêvajoya dirêjbûna jiyanê  dikare bê dirêjkirin û kalîteya jiyanê dikare bê zêdekirin.
 
*Ji bo welatiyên di bodrumên Cizîrê de hatin qetilkirin, derabarö dozön wan de yek bi yek biryara bêşopandinê tê dayîn. Parêzerên welatiyên hatin qetilkirin diyar kirin ku biryarên tên dayîn li dij hiqûqê ne.