Jinên Rewşenbîr ji bo Efrînê çalakî pêk anîn

  • 16:19 3 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên Rewşenbîr di şexsê Arîn, Avesta, Barîn de berxwedana Efrînê silav kirin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê bi tundî şermezar kirin û gotin:"Em nawestin, em ê li ser piyan bin."
 
Jinên Rewşenbîr ên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daxuyaniya derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî van êrîşana her serî hildin. Bi beşdarbûna tevahî jinên sazî û dezgeyan, nivîskar, hunermend, rewşenbîrên jin û bi beşdarbûna gel daxuyanî hat dayin. 
 
Di destpêkê de meşek ji navenda Çand û Hûner a Hûrî a navçeya Amûdê dest pê kir û heta qada Jina azad dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Gulan Gulo, Arîn Mîrkan hat hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin hat xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin hevseroka Desteya TEV Çandê Bêrîvan Xalid axavtin kir, Bêrîvan di şexsê Barîn û Avesta de tevahî berxwedêrên azadiyê bi bîr anî û ev êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efîrnê bi tundî şermezar kir.
 
Her wiha daxuyaniya Jinên Rewşenbîr hat xwendin, daxuyanî ji aliyê rêveberiya buroya ciwanên Ereb a Desteya Neteweyîya Ereban  Rena Ewed  hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ligel hemû êrîş û zextên dewleta dê gelê Efrînê li se piya bin û axa xwe biparêzin. Bang li Rêxistinên Mafên Mirovan hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Efrînê û kuştina zarokan bê deng neyê sekinandin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku azadiya civakê bi azadiya civakê dest pê dike û jinê li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe berdewam bikin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma " Bijî berxwedana Efirînê" bi dawî bû.