Komîtaye Çalakiyan ji bo meşa mezin a 4'ê mehê bang li hemû gelan kir
- 15:26 3 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komiteya Çalakiyan ji bo meşa mezin a bi ber Efrînê ve bi daxuyaniya nivîskî bang li hemû gelan kir da ku beşdarî meşê bibin. Meş dê di 4'ê mehê de saet di 10:00'an de ji Cizîrê dest pê bike.
Komiteya Çalakiyan ji bo meşa mezin a bi ber Efrînê ve bi daxuyaniya nivîskî bang li hemû gelan kir da ku beşdarî meşê bibin. Meş dê di 4'ê mehê de saet di 10:00'an de ji Cizîrê dest pê bike. Ji bo xwedîderketina li Efrînê û mezinkirina berxwedanê, Kongreya Star, Komalên Ciwan, Xweseriya Demokratîk û TEV-DEM'ê beşdarî civînê bibin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo mezinkirina berxwedanê divê hemû kes beşdar bibe û dengê berz bike.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hêza gel a bi rêxistinkirî û welatparêz ku bi vîn û baweriyeke xurt tê parastin dê meşa mezin a ber bi Efrînê ve pêk were.








