Sîvîlên birîndar: Em naçin û dev ji axa xwe bernadin

  • 13:17 3 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî- Ferîde Zade
 
EFRÎN - Sîvîlên ku li Efrînê di encama êrîşên dewleta tirk de li malên xwe, di wesayetên xwe de an jî li kuçeyan birîndar bûne û di nexwaşxeneyê de tên tedawîkirin gotin:"Dixwazin em koç bikin, lê em naçin û dev ji axa xwe bernadin."
 
Erîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ket roja 15'an. Ji destpêka ku êrîşan dest pê kir heta a niha, kampa penaberan, gund û gelek cihên din bi balafirên şer û obusan hedef hat girtin. Di êrîşan de sîvîl hedef hatin girtin. Li gor agahiyên ku Hevseroka Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê Ancela Raco da; Di 14 rojan de nêzî 150 kesan jiyana xwe ji dest dan, 298 kes jî birîndar bûn.
 
Gelek birîndarên ku dema li kuçeyan bûn, an di wesayetên xwe de bûn an jî li malên xwe bûn hedef hatin girtin û gelek kes jê li Nexweşxaneya Avrînê tên tedawîkirin. Birîndarên ku ji JIN NEWS'ê re axivîn gotin:"Ji bo me ji nav axa me derxin li me didin lê em naçin."
 
Dayika 72 salî Mîme Reşo ku ew jî li heman gundî bi êrîşa topan birîndar bû wiha got:"Kesên ku bi vî awayê hovane êrîş dikin dixwazin hemû sîvîlan bikujin. Malên me hedef digirin û lê didin. Dema ku em li mala xwe rûdiniştin top avêtin. Me xwe bi zorê xelas kir. Dixwazin em biqewirînin û axa me dagir bikin lê em destûrê nadin vê yekê."
 
Şaban Xelîl Reşo (24) yê ku di encama êrîşên topan ên li ser gundê Xlolko yê girêdayî Bilbilê de birîndar bû anî  ziman ku mala wî hatiye hilweşandin. Şaban derbarê tiştê ku jiyaye wiha got:"Nêzî saetên serê sibehê dema ku ez di wesayetê de bûm dewleta dagirker a Tirk bombebaran kir. Ji bo me ji nava axa me derxin mala hildiweşînin lê bila baş bizanibin ku em şêhîd bikevin jî em naçin tu derê."
 
Zarokê 17 salî Mihemed Horo ku li Xlolkoyê birîndar bû anî ziman ku dema ku bi wesayetê ew dikiran ji gund derketan bi avêtina topan ew birîndar bûye û wiha got:"Dema em bi wesayetê dikiran biçiyan dan û sitendinê di rê de li me dan. Nizanim bi bombebarana ku li ser sîvîlan dixwazin çi bi dest bixin lê em destûrê nadin wan ku me ji gundê me derxin."