Jinên Efrînê: Em ê heta dawiyê berxwe bidin
- 12:54 3 Sibat 2018
- Rojane
Ferîde Zade
EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ket roja 15'an. Welatiyên navçeya Meydana teqez kirin ku ew dev ji gundên xwe bernadin û heta nefesa xwe ya dawî wê li hember êrîşan li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk di roja 15'an de êrîşên xwe ên li ser Efrînê bê navber berdewam dike. Di encama van êrîşan de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Tevî hemû êrîşên dewleta tirk welatiyên herêma Efrînê li ber xwe didin û teqez dikin ku ew ê heta dawiyê li hember êrîşan têbikoşin û axa xwe biparêzin. Welatiyên gundê Meydano jî bertek û nerazîbûnên ên li hember van êrîşana dan û peyama berxwedan û xwedîderketandina li Efrînê dan.
'Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin'
Jina bi navê Leyla Beyrem a ji navçeya Meydana ya girêdayî navçeya Raco ya Herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk bi bombeyan êrîşî Efrînê dike û di encama van êrîşana de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û malên wan xera bûn. Tevî van êrîşan em tu carî ji axa xwe dernakevin û em ê bi gundên xwe yên ku bav û kalên me ava kirine girêdayî bin. Em tu carî axa xwe ji êrîşkaran re nahêlin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Kurd tucarî teslîmiyetê qebûl nakin ji ber ku li ser vê xakê ew xwedî maf in û wê li hember hemû êrîşên li ser Rojava-Bakurê Sûriyeyê li ber xwe bidin."
'Em xwediyê vê axê ne'
Her wiha xwendekara bi navê Ronahî Reşîd jî diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşana nikare vîna gel têk bibe û wiha pê de çû: "Rojane herêma Efrînê bi êrîşên balafir û tangên dewleta Tirk re rû bi rû dimîne, ev jî têkçûyina Tirkiyeyê ya li hember YPG-YPJ û QSD'ê diyar dike. Dewleta Tirk çiqas êrîşên xwe xurt bike jî, em dev ji axa xwe bernadin ji ber ku em xwediyên vê axê ne."
'Dê berxwedan bidome'
Ronahiyê anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk bandor li ser hemû xwendekaran kiriye û wiha got: "Bi hezaran xwendekar ji xwendina xwe bêpar man, sedem jî êrîşên Erdogan e. Em bêdengiya rêxistinên mafê mirovan jî şermezar dikin ku rê li ber van êrîşan nagirin. Efrîn bi rojan e ku li hember van êrîşan li ber xwe dide û ev berxwedana dê bidome. Tevî ku artêşa tirk hemû rêbazên şer bi kar aniye jî lê nikare gavekê jî derbasî xaka me bibe."
'Em ê serî hildin'
Ji aliyekî din ve Hevseroka Meclisa Navçeya Meydana Mehmûd Reşîd jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên Erdogan ên li ser gelê Sûriyeyê û bi taybet li ser gelê Efrînê bi tundî şermezar dikin. Her kes armanca van êrîşana dizane. Erdogan ji sivîl û şervanên me re dibêje terorîst, lê em wan ji bo xwe wekî serbilindî dibînin û em ê li ser şopa wan bin. Em bang li gelê Kurd û li tevahî cîhanê dikin ku rabin ser piyan û li hember vê dagirkeriyê serî hildin. Gelê me jî li Efrînê li ber xwe dide, em ê jî heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin."








