SOHR: Ji aliyê OSO'yê ve li ser cenazeyê jina YPJ'yî îşkence hat kirin

  • 12:21 3 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê (SOHR) da bihîstin ku ji aliyê OSO ya ku TSK piştgiriyê didê li ser cenazeyê jina YPJ'yî Barîn Kobanî îşkence hatiye kirin û piştre bedena wê hatiye teşhîrkirin. Çapemeniya navneteweyî yên wek Guardian û Reuters jî ev bûyera li ser rûpelên xwe parve kirin. 
 
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a bi navenda Îngilistanê ve girêdayî (SOHR), da zanîn ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de li ser cenazeyê jina YPJ'yî Barîn Kobanî îşkence hatiye kirin û piştre bedena wê hatiye teşhîrkirin. Di nûçeya ku di çapemeniya navneteweyî de cihekî berfireh girti de, hat gotin ku Efrîn Kobanî di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Bilbilê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, jiyana xwe ji dest daye.
 
Nûçeya Baran Kobanî di Guardian û Reuterstê de cihê xwe girt
 
Nûçeya Baran Kobanî di rojnameya The Guardian a Britanyayê de cihê xwe girt. Di nûçeya rojnameya The Guardian de hat ragihandin ku îşkence li bedena jina YPJ'î Barîn Kobanî hatiye kirin.
 
Li gor daxuyaniya rêveberiya Bakurê Sûriyeyê hukumeta tirk berpirs hat dîtin. Her wiha ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Reutersê jî anî ziman ku ew derbarê vê bûyerê de negihaştine rayedarên leşkerên tirk.