Endamên Asayişa Kantona Êfrînê êrîşên dewleta tirk nirxandin!

  • 09:07 3 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Endamên Asayişa Efrînê yên jin li ser berxwedana Efrînê ku dikeve roja xwe ya 15'an nirxandinên girîng kirin û bal kişandin ser rewşa Efrînê.
 
Endamên Asayişa Efrînê yên jin ku kolan bi kolan Axa Efrînê bi vîn û wêrekiya xwe diparêzin, li gel êrişan berxwedana ku tê jiyîn jî nirxandin û gotin ku heta dawiyê ew ê axa xwe biparêzin.
 
Em bi biryar in ku axa xwe biparêzin!
 
Endama Asayişê Engîzek Xebat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 15 rojên berxwedanê yên ku derbas bûn û wiha got:" Weke ku em dizanin Erdogan bi her awayî êrîşî gelê me dike. Hem ji hewa ve û hem jî ji bejahiyê ji her aliyan ve êrişên mezin bi ser me de tîne. Lê bila Erdogan baş bizanibe ku tu caran  ne YPG,YPJ,QSD û ne jî tevî şehîdan didin jî wê tu caran destên xwe ji axa xwe nekişînin. Her tim em li pişta gelê xwe ne û gelê me jî li pişta me ye. Em tu caran dest ji Efrînê bernadin. Bila Erdogan jî baş bizanibe ku heta dilopeke xwîn di laşe me de hebe, ew ê  nikaribin derbasî Efrînê bibin. Dema ku Erdogan derbasî Efrînê bibe divê pê li laşê me bike û wiha derbas bibe."
 
'Em ji Erdogan natirsin'
 
Endama Asayişê ya bi navê Esmehan Mustefa  jî li ser êrişên dewleta  tirk wiha got:" Dewleta tirk bi balafiran û topan bi ser me de tê. Lê em jî çi  parastin pêwist be em ê bikin. Em û hêza YPG, YPJ û QSD'ê em hemû  bi hev re amade ne ku em Efrînê biparêzin. Em ji Erdogan natirsin bila ew vê jî baş bizanibe. Ji bo parastina axa me çi pêwist be em ê bikin û em ji top û tankên wan natirsin."
 
'Em parêzkarên axa xwe ne'
 
Fatma Mihemed jî nerazîbûn nîşanî êrîşên li  ser Efrînê da û wiha got: "Erdogan çima êrişî me dike, em jî fam nakin. Lê her çend ku em jiyana xwe ji dest bidin jî  em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê axa xwe biparêzin. Erdogan çawa oldar e? Ji ber êrîşên ku dike heta niha bi dehan zarokan li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, ev di kîjan olî de heye? Ev çend roj in ku balafir her Efrînê bombebaran dikin. Ji derveyî teknîkê nikarin pêşve biçin û li bejahiyê têk diçin, ji ber hêza YPG-YPJ û hêza asayişê ya Efrînê."
 
'Êriş çiqas dijwar in jî em ê vala derbixin'
 
Endama Asayîşê Xedîce jî derbarê  parastina Efrînê de wiha nêrînên xwe anî ziman:" Em êrîşên dwleta tirk ku li dijî Efrînê pêk tîne şermezar dikin. Êrîş  çiqas dijwar bin jî em ê bi berxwedan û vîna xwe ya azad wan vala derbixin û tişta bikeve ser milê me em ê bikin ji bo parastina axa xwe. Em her dem amade ne ji bo parastina axa Efrînê. Heta ku em hebin wê artêşa tirk nikaribe bikeve Efrînê."