Nesrîn Nas: Bingehek vê tevgerê ya mafdar tune!
- 09:05 3 Sibat 2018
- Rojane
Evrim Kepenek
STENBOL - Nesrîn Nas bi bîr xist ku Ayetullah Humeyni li dijî Iraqê şer kiriye û rejîma Îranê ya Îslamî jî li gor xwe ava kiriye û got:"Îktîdara AKP'ê jî heman rêbazê bi kar tîne û êrîşî Efrînê dike. DAÎŞ qet neketiye Efrînê û bingehek vê tevgerê ya mafdar tune."
5'emîn Seroka Giştî ya Anavatanê û parlamentera berê Nesrin Nas di serî de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û pêşketinên polîtîk ên di rojevê de ji ajansa me re nirxand. Nesrînê diyar kir ku gelên Tirkiyeyê bûyeran ji medyaya yekreng guhdar dike û got:"A niha gel dibêje qey tevger êrîşî DAÎŞ'ê dike. Qet nizanin ku DAÎŞ neketiye Efrînê."
'AKP, ji bo rejîma nû bi hêz bike...'
Nesrînê diyar kir ku AKP a ku li dijî hiqûqê tev digere hewl dide ku rejîmê biguhere û ji bo vê guhertina rejîmê bide rûniştandin rêbaza 'li derve şer', 'li hundir zext' hildibijêre.
Nesrînê anî ziman ku di destên wan de xeynî şer, tundî û zextê tiştekî din nemaye û wiha berdewam kir:"Di hişê damezrênerên AKP'ê de fikra guhertina rejîmê heye. Ji bo vê rêjîmê ava bikin divê kesên ku li dijî vê rejîmê ye ji holê rakin. Ji bo ev nerazîbûnan ji holê rabe divê mercên maddî hebe. Ji bo raya giştî û gel qeneh bikin, divê mercên aboriyê yên baş bê avakirin. Lê berovajî vê yekê tengasiyê Tirkiyeyê yê aboriyê heye."
'Heta şer nebe rejîm nikare xwe mayinda bike'
Nesrînê bi bîr xist ku ji bo rejîma nû ava û mayinde bibe rêbaza şer tê bikaranîn.
'Bingehek mafdar a ji bo vê tevgerê tune'
Nesrînê anî ziman ku Efrîn cihê herî ewle yê Bakurê Sûriyeyê ye û kesên ku ji şerê navxweyî reviyan hatin Efrînê û got:"DAÎŞ qet neketiya Efrînê loma ev tevgera ku êrîşî Efrînê dike, bingehek wê ya mafdar tuneye."
'Parlamento tuneye!'
Nesrînê da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên aboriyê, karkerên ku xwe dişewitînin, kêmasiyên tenduristiyê, komkujiyên li dijî jinê nayê axaftin û got:"Çima parlamenter li meclîsê van pirsgirêkana naaxivin. Ji ber ku parlamento tuneye!"
Nesrînê diyar kir ku gelên Tirkiyeyê li medyaya yekreng guhdar dike û wiha got:"A niha gel dibêje qey li dijî DAÎŞ'ê şer tê kirin. Nizanin ku DAÎŞ qet neketiye Efrînê."
'Dibe Tirkiye bibe Îsraîla duyem'
Nesrînê anî ziman ku Tirkiye ji bo êrîşî Efrînê bike ji Rûsyayê destûr xwestiye û got:"Em nizanin dê tevgerên Rûsyayê bi çi rengî be. Hişyariyên Rûsyayê yê li dijî Tirkiyeyê zêde bûn. Dibe ku Tirkiye li wir bibe weke Îsraîla duyem. Ev tiştekî gelek xeter e."
'Daxuyaniyên xeter'
Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu got li Azezê, Cerablûsê, Marelê qaymaqamê me hene, ev gotinan tê wateya 'dewleta dagirker' û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dibêjin OSO artêşeke neteweyî ye, dema ku hûn wiha bibêjin hûn hemû sûcên şer ên OSO'yê qebûl dikin. Cezayên ku Dadgehên Ceza yên Navneteweyî û AÎHM dibire, hûn digirin ser xwe. Vana daxuyaniyên gelek bi xeter in."








