Piştî 'Bodrumên Cizîrê': Em ê ne wan rojan ne jî zarokên xwe ji bîr bikin

  • 09:03 3 Sibat 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Du sal ji ser bodrumên Cizîrê yên ku komkujî lê pêk hat derbas bû. Yasemin Çikmaz a ku di bodruma duyem de hat qetilkirin, diya wê Esmer Çikmaz got:"Ev ne tiştekî ewqas hêsane ku mirov ji bîr bike. Sedsal jî ji ser derbas bibe ev yek qet nayê jibîrkirin, em ne wan rojan ne jî zarokên xwe ji bîr dikin."
 
Di 14'ê Kanûna 2015'an de li Cizîra Şirnexê qedexeya derketandina derve hatibû îlankirin û piştre li sê bodruman komkujî pêk hatibû. Du sal di ser sê 'Bodrûmên Cizîrê' re derbas bû. Di serdema serîhildanên xwerêvebirinê de hinek kolan hatibûn dorpêçkirin û di roja qedexeyê ya 41'an de derba topê li malekê ketibû û dîwarê wê xera bûbû. Hat hînbûn ku roja 24'ê Çileyê de ji 28 kesên ku li malê bûn jê 3 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Her ku dem derbas bû kesên ku jiyana xwe ji dest didan zêde dibûn. Di wan rojan de hat ragihandin ku di bodruma avahiyê de birîndar hene û kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bûne. Di roja 2'ê Sibatê de AÎHM'ê daxwaza tedbîrê ya ji bo kesên birîndar ên di bodrumê de, red kir. Serokê wê serdemê Ahmet Davutoglu ji bo bodruma ku 7 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabûn û 21 kesên birîndar tê de hebû, anîbû ziman ku divê kesekî birîndar di bodruman de tunebe. Ahmet Davutoglu wiha bang kiribû:"Kesên ku dixwazin bi derewan Tirkiyeyê reş bikin, ji wan dipirsim, ka li ku ye ev birîndaran?". Birîndarên ku Ahmet digot ka li ku ne, hat hînbûn ku di bodruman de hatin qetilkirin....
 
Yasemîn Çikmaz a 16 salî jî yek wan birîndaran bû. Ji bo dosyaya lêpirsînê ya Yasemin Çikmaz ku du salan dewam kir, çend meh berê biryara 'Hewce lêpirsînê nake' hat dayin. Esmer Çikmaz keça xwe Yaseminê ji kincên wê nas kiribû. Esmerê wiha got:"Ne wan bodrûmana ne jî canên ku hatin qetilkirin em ji bîr dikin".
 
'Piştî 23 salan heman êş'
 
Esmerê diyar kir ku ji ber gundên wan hat şewitandin ew mecbûr man ku di 1993'an de werin Cizîrê û wiha got:"Tiştên ku 23 sal berê li gundê me hat kirin, piştî 23 sal şûnde li Cizîrê dubare bû. Careke din êrîşî malên me kirin, hilweşandin, cerdevan ketin malên me, malê hemû welatiyan hat hilweşandin."
 
'Ez nikarim hevalên xwe li dû xwe bihêlim'
 
Esmerê anî ziman ku ji bo her keça xwe bîne ew çûye kuçeya Cudiyê û wiha got:"Keça min got ez nikarim rûyê xwe ji hevalên xwe biguherim û herim. Birîndar nîşanî min da û got:"Tu vana dibîne dayê, ev hevalên min in, ez nikarim wan tenê bihêlim û herim." Esmerê wiha berdewam kir:" Di wê kêliyê de top diavêtin kuçeyê û min jî bi zorê xwe xelas kir. Dema ku ez li keça xwe digeriyam rewşa wê ne baş ba jî digot ez baş im. 3 roj şûnde keça min dîsa li min geriya. Min gotibû qey jiyana xwe ji dest daye. Dema em axivîn ez giriyam. Keça min ji min re got. 'Dayê ez li ba hevalên xwe me, em baş in ji ber ku kolan hatiye girtin, em nikarin werin.'"
 
Esmerê got ew piştî hevdîtina wê telefonê êdî negihaştiye Yasemînê. 
 
'Ger bixwestan dikaribûn birîndar ji bodrumê derxistana'
 
Piştî 15 rojan Esmerê ji înternetê hîn bû ku keça wê ya li Cudiyê birîndar e û wiha got:"Gotin keça te birîndar e, em li polîs û ambûlansê geriyan, me got birîndar hene. Ambûlans li ser Dortyolê disekinîn. Birîndarê çawa derketan û biçiyan wir? Ger bixwestan dê bikariban birîndaran xelas bikin."
 
'Em zarokên xwe ji bîr nakin'
 
Esmerê wiha berdewam kir:"Tenê sûcê me, ji ber ku em Kurd in. Wê bi kuştinê me bikin Tirk? Ev zilma dê heta ku derê berdewam bike? Ewqas zarok şewitandin, kuştin, em ê çawa wan ji bîr bikin, tê jibîrkirin, ew ê çawa bê jibîrkirin? Ev ne tiştekî qansî ku bê jibîrkirin, hêsan e. Sedsal jî ji ser derbas bibe ev yek tucar nayê jibîrkirin, em wan rojana ne jî zarokên xwe ji bîr dikin."
 
'Ez ê bi bîranîna wan bijîm'
 
Esmerê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Keça min ji min re digot 'dayê çi dibe bila bibe tu teqez negirî', lê bê girî jî ez nikarim îdare bikim. Em naqedin, bi hezaran Yasemîn dijîn. Ew çivîkên bihuştê ne, ciwanên ku derketin serê çiyan ji ber zilma dewletê reviyan, Kurd namirin. Ez ê heta hilma xwe ya dawiyê bi bîranîna wan bijîm."