ROJEVA 3'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 3 Sibat 2018
- Rojev
*Rêvebira Bajêr Memduhe Biçer dorpêçkirina avahiya HDP'ê ya Amedê ku 14 roj in didome nirxand û got:"Dorpêçkirina avahiya partiyek siyasî nayê qebûlkirin." BI DÎMEN
*Du sal ji ser bodrumên Cizîrê yên ku komkujî lê pêk hat derbas bû. Yasemin Çikmaz a ku di bodruma duyem de hat qetilkirin, diya wê Esmer Çikmaz got:"Ev ne tiştekî ewqas hêsane ku mirov ji bîr bike. Sedsal jî ji ser derbas bibe ev yek qet nayê jibîrkirin, em ne wan rojan ne jî zarokên xwe ji bîr dikin." BI DÎMEN
*Nesrîn Nas bi bîr xist ku Ayetullah Humeyni li dijî Iraqê şer kiriye û rejîma Îranê ya Îslamî jî li gor xwe ava kiriye û got:"Îktîdara AKP'ê jî heman rêbazê bi kar tîne û êrîşî Efrînê dike. DAÎŞ qet neketiye Efrînê û bingehek vê tevgerê ya mafdar tune." BI DÎMEN
*Jinên gundên Qurt Qolaqî, Kîmarê û Bênê yên girêdayî navçeya Şerayê ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ'ê xwarin çêkirin û gotin:" Em ne bê hêvî ne, em bi hêz in û em ê axa xwe biparêzin." BI DÎMEN
*Endamên Asayişa Efrînê yên jin li ser berxwedana Efrînê ku dikeve roja xwe ya 15'an nirxandinên girîng kirin û bal kişandin ser rewşa Efrînê.








