Derbarê parlamenterên jin ên HDP'ê de 36 fezleke
- 15:18 2 Sibat 2018
- Rojane
ENQERE - Ji TBMM'yê 113 fezleke hatin şandin. Ji bo parlamenterên HDP'ê 90 fezleke hatin şandin, ji bo 13 parlamenterên jin ên HDP'ê jî 36 fezlekeyên cuda hatin amadekirin.
Meclisa Mezin a Millet a Tirkiyeyê (TBMM) ji bo rakirina destnedana paralamenteran Komîsyona Giştî ya Qanûna Bingehîn 113 fezlekeyên nû rêkirin. Ji fezlekeyên ku ji komîsyonê re hatin şandin hat ragihandin ku 90 fezleke aîdê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne.
Ji van fezlekeyên ku 36 yên 13 parlamenterên jin ên HDP'ê ne hat aşkerakirin ku derbarê parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Ayşe Gulsun de jî fezleke hatiye amdekirin.
Fezlekeyên ku derbarê 13 parlamenterên HDP'ê de hatin amadekirin wiha ne:
Parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca 4, Sîbel Yîgît Alp 4, Çaglar Demîrel 5, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran 3, Saadet Beceriklî 2, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan 2, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş 3, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, 2, parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Huda Kaya 2, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan 3, Parlamentara HDP'ê y Bedlîsê Mizgîn Irgat 2, Prlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr 2 û derbarê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim de jî 2 fezleke hatin amadekirin.








