Konferansa Jinan a HDP'ê hat destpêkirin

  • 14:28 2 Sibat 2018
  • Rojane
ENQERE - Konferansa Jinan a HDP'ê bi dirûşma " Jin jiyan e, em bi cesaret jiyanê diparêzin" dest pê kir.  Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay di konferansê de axivî. Serpîlê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da  û got; "Kesên ku bi DAÎŞ'ê re hevkariyê dikin wê têk biçin"
 
Konferansa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma " Jin jiyan e, em bi cesaret jiyanê diparêzin"  LI  Ankara Plaza Otelê hat destpêkirin. Li salona konferansa ku bi sedan jin tevli bûn de  wêneyên parlamenter û hevşaredarên girtî û parnkarta li ser nivîsa "Em hînî Ohalê nabin li dijî KHK'yan li ber xwe didin", "Ne edaleta mêr edaleta rastyeqîn" û "Bi şoreşa jinên Rojava ber bi sedsala 21'emîn ve" hatin daliqandin. Konferans bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, Hevkarên HDP'ê, Akademîsyenên hatin îxrackirin û rêveberên saziyên civaka sivîl tê lidarxistin.
 
Beriya Konferans bê destpêkrin sînevîzyona ku berxwedana jinan vedigot hat nîşandan, Sînevîzyona ku bi kurdî hatibû amadekirin bi çepik û lîlandina jinan hat temaşekirin. Di konferansê de bi kurdî û tirkî xêrhatin hat kirin û konferans di kesayeta Avesata Xabur, Kaderortakkaya û Ayşe Denîz de ji bo hemû kesên di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê  û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" hat destpêkirin.
 
'Em vê konferansê diyarî hevalên xwe yên girtî dikin'
 
Piştre Besîme Konca ya ku ji bo serokatiya dîvanê hat hilbijartin axaftina vekirina konferansê kir. Besîme bi bîr xist ku wan beriya bi 2 salan dema ku konferansa jinan li darixistin dîsa  tundî serwer bû û wiha berdwam kir: "Piştî bi dusalan jî dîsa em vê konferansê di bin tundiyê de li dar dixin. Biqasî ku di vê salnê hilneyên delegeyên me yên girtî hene. Em vê konferansê diyarî hemû hevalên xwe yên girtî dikin."
 
'Pêdiviya AKP -MHP'ê bi şer  heye'
 
Piştre Hevseroka HDP'ê  Serpîl Kemalbay axivî .Serpîl hemû jinên li salonê bi kurdî silav kirin û wiha got: "Em vê sibehê ji bi operasyonan şiyar bûn .Lê nikarin me bêdeng bikin.  Serpîlê di berdewamiya axafitna xwe de got ku fulara di sutiyê wê de ya Leyla Guven e û wiha berdewam kir: 
 
HDP gell e
 
"Wê hevala me Leyla jî îro li vê bûna.  Em berî bi çend rojan li Ameê bûn. Min jê re  got  çi fulara te xweşik e, wê jî hema ji sutiyê xwe kir û da min. Min jî îro ew anî  vêderê. Dikarin me bigirin. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel li gel ku di girtîgehê de ne jî  li dijî êrîşên li ser Efrînê dest bi greva birçîbûnê kirine. Jin aştiyê dixwazin û wê qet ji vê daxwaza xwe venegerin. Pêdiviya AKP - MHP'ê bi şer heye. Ji ber wê dixwazin Efrînê dagir bikin û dixwazin ku serweriya yek kesî misogr bikin.  Li dijî rêvebirên TTB'ê ku gotin ' Şer pirsgirêka gelekî ye' tehdît hene.  Hun çi dikin bikin hun nikarin vî gelî bêdeng bikin. Ev du sal e ku em tiştekî nîşanî we didin û ew jî ew e ku wê HDP neqede.  HDP naqede ji ber ku HDP gel e." 
 
'Zarokan, jinan û gelan qetil dikin'
 
Serpîlê wiha berdewam kir: "Dagirkirina Efrînê ne rewa ye.  Gelên li wê der ê ji bo pergalek demokratîk hatine gel hev. Hêrsa pergalên Serwer li dijî vê pergala demokratîk e.  Hêzên serwer ên cîhanê ji bo ku statuya kurdan têk bibin xwe kirine yek.  Ji ber vê ev êrîşên li dijî Efrînê nayên qebûlkirin. Kesên ku bersiva vê bidin gelên ku bûne yek in. Zarok û jinan dikujin. Wê çapemeniya navneteweyî vê bişopîne. Li Efrînê ji ber ku zarok û jin tên qetilkirin hunê li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Bi salan e hun dibêjin em ê vî gelî tune bikin. Lê her carê pirsgirêk mezintir dibe."
 
'Kesên bi DAÎŞ'ê re hevkariyê dikin wê winda bikin'
 
Serpîk di berdewamiya axaftina xwe de got ku wê hemû sûcên we derkevin holê û wiha dawî li axafitna xwe anî: " Wê ev sûcên we bê ceza nemînin.  Kesên ku bi OSO'yên bi DAÎŞ'ê re serî jê dikirin hevkariyê dikin wê hesab bidin. Pêşeroza me di destê me de ye û em ê bi ser kevin."