Di encama êrîşên li ser Efrînê de dîsa sîvîl birîndar bûn

  • 14:00 2 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de dîsa sîvîl birîndar bûn. 
 
Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk ku Efrînê gundewarên wê hedef digire de welatiyekî bi navê Muhemed Horo (17) birîndar bû. 
 
Welatiyê ku di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta tirk de birîndar bûye li nexweşxaneya Avrînê ya herêma Efrînê tê dermankirin.