Li Bajarê Serêkaniyê Rêzekomînên Xweser hatin vekirin
- 10:06 2 Sibat 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Ji aliyê Kongra Star a Bajarê Serêkaniyê ve Rêzekomînên Xweser hatin vekirin.
Ji aliyê Kongra Star a Bajarê Serêkaniyê ve Rêzekomînên Xweser hatin vekirin. Komîna destpêkê li Taxa Zorava ya bajarê Serêkaniyê bi navê Şehîd Melsa hat vekirin. Hemû Hevserokên Komînan û gelê Serêkaniyê beşdarî vekirina komîna destpêkê bûn. Vekirina komînê bi qutkirina qordeleya kesk û sor û zer ji aliyê dayika Melsa ve pêk hat. Piştre şêranî hat belavkirin.
Piştre Endama Rêveberiya Kongra Star Selwa Xetîp li ser wateya vekirina komînê axivî û wiha got:"Di serî de em vekirina komîngehan li hemû jinên bajêr pîroz dikin. Me weke Kongra Star dest bi vekirina komîngehan kir. Armanca me ew e ku keda jinê li vir bê dîtin û jin bi rêxistin bibin ku bi îşkence û neheqiyê re rû bi rû nemînin. Divê jin perwerde bibin û li dijî sîstema desthilatdar serî netewînin û têbikoşin."
Herî dawî jinan dirûşmê 'Jin, jiyan, azadî' berz kirin û vekirina komîna destpêkê bi dawî bû.








