Gulîxan Tahir: Viyan Soran afirandina hêviyên nû bû

  • 09:25 2 Sibat 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir 12'emîn salvegera Viyan Soran bi bîr anî û got:"Viyan Soran û Avesta Xabûr bi wêrekiya xwe jiyaneke nû afirandin."
 
Viyan Soran çavên xwe li Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê vedike, di sala 1997'an Tevgera Azadiyê nas dike û tevlî nav refên Gerîla dibe. Dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî tê dîlgirtin, Viyan Soran vê yekê qebûl nake û di sala 2006'an de agir berdide bedena xwe û jiyana xwe jidest dide. 
 
Têkildarî mijarê Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temir a Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê Gulîxan Tahir salvegera 12'emîn çalakiya Viyan Soran bi bîr anî û wekî nasnameya jina azad û berxwedêr bi nav kir.
 
Gulîxanê diyar kir ku Viyan Soran li hember kevneşopiyên civaka Başûrê Kurdistanê sekinî û wiha pê de çû: "Jina leheng Viyan Soran li hember hemû kevneşopiyên civaka Başûr sekinî û nêrîna şaş a ku pê li jinê dimeyzandin ku jin bê hêz û îrade ye, şikand û berê xwe da çiyayên azad da ku karibe têkoşînê li hember hişmendiya desthilatdar bide meşandin û fikrê wan ê ne rast bide guhertin. Viyan piştî ku derbasî çiya dibe di demeke kin de fikrên azad ê Rêber Abdullah Ocalan nas dike û lê xwedî derdikeve. Bi dîlgirtina Rêber Apo re rêhevala Viyan vê yekê qet tehemûl nake ku Rêberê jinan were girtin. Ji bo nerazîbûna xwe bide nîşandan agir berdide bedena xwe û bi vê yekê re digihêje asta şehadetê. Çalakiya ku Viyan pêk anî xwedî bandorek mezin bû û li tevahî cîhanê û Rojavayê Kurdistanê bi taybet deng veda."
 
'Viyan Soran afirandina hêviyên nû bû'
 
Gulîxanê axaftina xwe wiha domand: "Dema ku mirov li dîroka Tevgera Azadiyê dimeyîzîne, jinên leheng û berxwedêr ku teslîmiyet qet qebûl nekirin wekî Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Arîn û bi hezaran wekî van lehengan dibîne û dîrok bû şahidê wan. Li Efrînê ji ber neqebûlkirina dagirkerên Tirk, rêhevala me Avesta Xabûr çalakiya fedayî kir û riya Viyan Soran berneda. Avesta Xabûr û Viyan Soran bi wêrekiya xwe jiyaneke nû ji cîhanê re afirand. Viyan Soran afirandina hêviyên nû bû"
 
'Jina Kurd qet dagirkerî û desthilatdariyê qebûl nake!' 
 
Di dawiyê de Gulîxan ev yek anî ziman: "Jina Kurd qet dagirkeriyê û desthilatdariyê qebûl nake, em çalakiya Viyan Soran pîroz dibînin, jinên ku di demekê de ku kes nikarî serî hilde serî hildan û ji tevahî cîhanê re bûn mînak ."