Zaroka lingê wê ket ber kapana polîsan dibe seqet bimîne

  • 09:23 2 Sibat 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Silopiyayê Çîgdem Başak a 9 salî dema diçû malê lingê wê di navbera bariyerên polîsan de mabû û dermankirina wê hîn didome. Heta niha 7 emeliyat derbas kir û rîska ku nikare rabe ser piyan jî heye.
 
Çîgdem başak ya 9 salî ku li taxa Yeşîltepe ya Sîlopiyê dijî dema dimeşiya  lingê wê di kapana bariyera polîsan a vedibe û tê girtin de ma.  Bûyer di kamerayên wan derdoran de jî hat dîtin û zarok ewil rakirin nexweşxaneyê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Xebrpêtê tê kirin.  Çîgdem 13 rojan di beşa lênêrîna giran  de ma û 7 emelyat derbas kirin.  Çîgdem bi rîska ku lingê wê jê bibe jî rû bi rû hat û ji ber ku rehên  çoga wê teqiya bû êdî çîma xwe hîs neke.
 
Diçû mala xwe
 
Dayika wê Ayşe Başak axivî û diyar kir ku keça wê ji dibistanê derketiye û dimeşiya malê. Ayşeyê wiha got: “Beriya wê wesayîtek mezin di bariyerê de derbas dibe. Li ber peyarêyan têl hene. ew jî dibêje ev der vekiriye ez di vir de derbas bim. Çawa derbas dibe hesin radikin. Lingê keça min jî di navberê de dimîne. Çawa radikin wisa jî datînin. Ev xerabtir dike û çoga wê têde dimîne.
 
‘Rîsk heye’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku keça wê pir caran emelyet bûye û got: “Ekîban sê saetan hewl dan keça min ji wir xilas bikin.  Ewil me bir Şirnexê piştre jî Elezîzê. 13 rojan di beşa giran de ma. 7 caran emelyat bû. dermankirina psîkolojîk jî dibîne.  Doktor dibêjin di lingê wê de pirsgirêkek heye. Rîska seqet bîmene heye. Ev emelyat baş derbas bin jî rîska ku ranebe ser piyan heye. Em dixwzin keça min demildest bigihêje tenduristiya xwe. Bila li ser piyan jî bisekine bes e.
 
Walîtiya Şirnexê diyar kiribû ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 2 polîs ji peywirê hatine girtin.