Fatma ya li dijî penceşêrê têkoşiya sira xwe vegot
- 09:17 2 Sibat 2018
- Rojane
Gulîstan Azak
MELETÎ - Fatma Akin a bi salan li dijî pençeşêra memikan têkoşîn da û di encamê de bi ser ket , diyar kir ku ji ber dest ji hezkirina jiyanê bernedeya û hêviya xwe wenda nekiriye, ji vê nexweşiyê xelas bûye. Fatmayê bi lêv kir ku li vê erdnîgariya ku zê de kes û zarok dimirin bi gotina ‘Tu li dijî pençeşêrê têk naçe' têkoşîn daye.
Fatma Akin ya 50 salî li Meletiyê li kolana Şemşiye li ser tezgahek biçûk berhem keda destê xwe difroşe û debara xwe dike. Fatmayê bi salan li dijî pençeşêra memikan têkoşîn da. Fatma ya ku di dema hêviya xwe wenda dikir de serî li rêyên cuda da û bi destên xwe tişt çêkirin.
Fatmayê bi lêv kir ku ewil bi pîjan tişt çêkiriye û wiha got: “ Herî dawî min pençeşêr têk bir û min ev kir wek pîşeyê. Ez niha gelek başim. Ez bi karê ku jê hez dikim re mijul dibim. Beriya her tiştî li vê erdnîgariyê zarok dimrin, mirin tên jiyîn. Min jî got ‘ezê li dijî pençeşêrê têk neçim’.”
‘Beriya her tiştî kêfxweşiye’
Fatmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku sedema zêdebûna nexweşiyan, bêaramiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîza aborî zêde bûye. Kes nekarin ji malên xwe re nan bistînin. Xizanî zêde ye. şer, mirin nexweşî.. Bêguman herî zêde jin ji vê rewşê bi bandor dibin. Jin ji vê stresê bi nexweşiyandikevin. Di vê demê de herî zêde hewcedariya me bi aramiyê heye. Ji bo tenduristiya xwe divê em li rêyên kêfxweşiyê bigerin.”
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku beşeke mezin a mirovan ji bo debara xwe bikin di karên ku jê hez nakin de dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li jinan dikim. Karên ku hun jê hez dikin bikin. jin dikarin her karî bikin. Jin xwedî hêza ku derdê hemû cîhanê hilgirê ne. Bila pençeşêr we têk nebe, hun wê tê bibin.”








