‘Êrîşên li dijî Efrînê li dijî jinan e’

  • 09:11 2 Sibat 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Berdevka SKM ya Îzmîrê Berîtan Altun bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û got hedefa sereke qezencên jinên Bakurê Sûriyeyê ye û got êrîşên li dijî Efrînê li dijî jinê ye.
 
Êrîşên TSK û OSO’yê yên li dijî Efrînê ket roja 14’emîn.  Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst ya Îzmîrê Berîtan Altun diyar kir ku bi van êrîşan qezencên jinan hedef hatiye girtin.
 
Berîtanê her wiha destnîşan kir ku heta ku êrîşên li dijî Efrînê bidomin, wê êrîş, şîdet, mêtîngeriya kedê ya li dijî jinên Tirkiyeyê jî zêde bibe û bang kir ku divê jin li dijî êrîşan dakevin kolanan.
 
‘Êrîşek li dijî jina ye’
 
Berîtanê ev tişt anî ziman: “Şer bi giştî berhema zîhniyeta serdest a mêr e. Jin jî li dijî mîlîtarîzmê, şer û yek rengî têdikoşe. Li Rojava şoreşek jinê tê jiyîn û di avakirina vê de hiş û keda jinê gelek xurt e.  Êrîşa li dijî Efrînê di esasê de li dijî jina ye.”
 
Berîtanê her wiha daxuyakirin ku li cîhanê di sedsala 21’ê de jinan şoreş pêk anîne û li Tirkiyeyê jinan serî hildane, AKP di planên teşekirina Tirkiyeyê de jinan hedef digire.
 
Wê jin bên mexdurkirin
 
Berîtanê di dawiya axaftina xwe de  got AKP ji bo dengên aliyên netewperest bigire û krîzê rake şer daye destpêkirin û lêçûna şer jî ji bêrîka welatiyan hatiye derxistin û herî zêde jî wê jin bên mexdûrkirin.