Jinên Esnaf: Sedema krîza aborî şer e
- 09:05 2 Sibat 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Jinên esnaf ên navçeya Rêzana Amedê gotin ku ji ber krîza aborî karê wan baş naçe û anîn ziman ku sedema krîza aborî şer e. Jinan diyar kir ku ger şer bi dawî bibe wê krîza aborî jî çareser bibe.
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tirmeha 2016'an îktîdara AKP’ê hewldan ji xwe re kir hîncet û Rewşa Awarte(OHAL) îlan kir. Van polîtîkayên şer û OHAL'ê bandora xwe li ser aboriyê jî kirin. Jinên esnaf ên navçeya Rêzana Amedê ku bertek nîşanî krîza aborî ya tê jiyîn dan diyar kirin ku ji ber karê wan nameşe hatine ber îflasê û gotin ku sedema vê jî şerê heyî ku bi salan berdewam dike ye.
Xebatkara bi navê Nuran Guner a ku 20 saliye û 5 mehe karê firotina xeml û xişikê dike anî ziman ku sala berê rewşa aborî baştir bû lê her ku diçe rewş xirabi dibe û ji ber ku gel nikare debara xwe bike, dan û standinê bike ew jî hatine ber îflasê. Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Sala borî karê me baştir bû. Lê belê piştî rewşa OHAL’ê krîza aborî zêde bû. Piştî OHAL’ê gotin ku aborî mezin dibe. Lê derew e. Her ku diçe em di warê firotinê de pirsgirêkan dijîn û ji ber ku rewşa aborî bi giştî nebaşe ev bandorê li ser me jî dike û em nikarin firotanê bikin. Ji aliyekî din ve jî vekirina AVM'yan li nava bajêr jî bandora neyînî li ser me esnafên biçûk dike û her ku diçe em biçûktir dibin û em hatine asta ku dukanên xwe biigirin. Ev pirgirêk hemû ji îktîdara heyî ya li ser kar ku şer gur dike diqewimin divê ku demildest ji vê pirgirêkê re çareserî bê dîtin. An na her ku diçe rewş xirab dibe.”
'Ji ber krîza borî min dest ji perwerdê berda'
Xebatkara bi navê Betul Demîrel a ku 15 saliye ev sê mehe li dukaneke terzîtiyê dike dixbete jî got ku ji ber krîza aborî bandor wan kiriye dev ji perwerdeya xwe berday û ji ber krîza aborî xwestiye alîkariya malbata xwe bike. Betule wiha dirêjî da axafitna xwe: “Ger ku îro kirîza aborî nebûya min ê jî wek hevalên xwe perwerdeya xwe biqedanda. Krîza aborî bandorê li ser kesên xizan dike û li ser kesên dewlemend nake. Beriya niha bi dekeke kurt kesekî xizan ji ber xizaniyê li ber Nexweşxaneya Meclisê û 50 metre dûrî meclisê bû bedena xwe dabû ber agir û gotibû ku ew di warê aborî de nikare debara xwe bike. Çma kesên dewlemend bedena xwe nadin ber agir? Ev tê wê wateyê ku ev krîza aborî tenê bandorê li ser xizanan dike û li ser kesên dewlemend nake.”
'Şerê heyî aboriyê têk dibe'
Betul di dirêjiya axaftina xwe de got ku di serî de sedema krîza aborî şer e û got ku ger ev şer berdewam bike wê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xiraptir bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin di demeke kurd de ev şer bi dawî bibe. Ji ber ku ev şer bandorê li ser aboriyê dike. Ger çareseriyek ji krîza aborî re neyê dîtin dibe ku her roj kesek ji ber betalî û krîza aborî dawî li jiyana xwe bînie Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û çareserî jî bidawîkirina şer e.”








