Hêvî Mustefa: Efrîn nîşana berxwedanê ye
- 09:03 2 Sibat 2018
- Rojane
Sozda Oramar
Efrîn - Hevserok a Encumena Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didome de nêrînên xwe anî ziman û got:"Dîroka Efrînê hildiweşînin û sîvîlan hedef digirin, ev êrîş li dijî zagonên navneteweyî ye. Li dijî hemû êrîşana em ê li Efrînê xwedî derkevin. Efrîn nîşana berxwedanê ye."
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û yên Artêşa Azad a Sûriyeyê yên li ser Efrînê ket roja 14'an. Derbarê êrîşên li ser Efrînê de Hevserok a Encumena Herêma Efrînê Hêvî Mustefa anî ziman ku ev êrîşana dê aloziya Sûriyeyê xurtir bike û divê qada navneteweyî li dijî van êrîşana bêdeng nemînin."
'Berxwadana gelê Efrînê dê mohra xwe li dîrokê bixe'
Hêvî bal kişand ser berxwedana gel a Efrînê û wiha got:" Li Efrînê gel berxwedanek bê hempa didin. Li hemberî êrîşên bi her cureyê pêk tê li eniyên şer û li ser sînor berxwedanek pir mezin heye. Ev berxwadana gelê Efrînê dê mohra xwe li dîrokê bixe."
'Ev şerekî navneteweyî ye'
Hêvî anî ziman ku ev şerê ku li sînorê Efrînê diqewime şerekî navneteweyî ye û wiha dewam kir:"Dewleta tirk û hevkarên wê bi hemû hêza xwe êrîşî ser Efrînê dikin û li dijî vê yekê Rêjîma Baas jî bêdeng e. Ev bêdengî û şerekî navneteweyî ye. Divê demildest pêşî li van êrîşana bê girtin."
'Civînên ku kurd beşdar nebe dê tu encam jê dernekeve'
Hevî diyar kir ku civînên ku kurd beşdar nebe dê tu encam jê neyê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heta ku êrîşên li ser Efrînê bidome dê tu encam ji civînên mîna Soçiyê neyê girtin. Bi êrîşa li ser Efrînê vîna jin û civaka azad hedef tê girtin. Bila êdî zarok nemirin û ev şera bi dawî bibe."








