ROJEVA 2'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 2 Sibat 2018
  • Rojev
*Hevserok a Encumena Herêma Efrînê Hêvî Mustefa derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didome de nêrînên xwe anî ziman û got:"Dîroka Efrînê hildiweşînin û sîvîlan hedef digirin, ev êrîş li dijî zagonên navneteweyî ye. Li dijî hemû êrîşana em ê li Efrînê xwedî derkevin. Efrîn nîşana berxwedanê ye."
 
*Jinên esnaf ên navçeya Rêzana Amedê gotin ku ji ber krîza aborî karê wan baş naçe û anîn ziman ku sedema krîza aborî şer e. Jinan diyar kir ku ger şer bi dawî bibe wê krîza aborî jî çareser bibe. BI DÎMEN
 
*Fatma Akin a bi salan li dijî pençeşêra memikan têkoşîn da û di encamê de rehet bû, diyar dike ku ji ber dest ji hezkirina jiyanê bernedeya û hêviyên xwe wenda nekiriye, ji vê nexweşiyê xelas bûye. Fatmayê bi lêv kir ku  li vê erdnîgariya ku mirin tên jiyîn û zarok dimirin bi gotina ‘Tu li dijî pençeşêrê têk naçe' têkoşîn daye.
 
*Berdevka SKM ya Îzmîrê Berîtan Altun bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê da û got hedefa sereke qezencên jinên Bakurê Sûriyeyê ye û got êrîşên li dijî Efrînê li dijî jinê ye. BI DÎMEN
 
*Aliyên ku polîtîkayên hikûmetê rexne kir, bi talîmata serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve lêpirsîn lê hatin vekirin, an hatin girtin an jî îxrackirin.
 
*Hevsroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku AKP’ê OHAL ji xwe re kiriye mertal û got: “Em ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dikarin xwe xurt amade bikin û OHAL’ê bi fîîlî ji Kurdistanê rakin. Em ê daxwazên xwe azad bînin ziman. Wek jin hêza me heye. Em ê vê jî bikin.”
 
*Suphiye Mutlu ji sedî 90 astengdar e, diyar dike ku serkeftin astengiyan nas nake û heta niha du pirtûk nivîsiye. Dayika wê Zehra jî ku bi her awayî piştgirî da keça xwe got: “Min bi keça xwe re têkoşîn hîn kir. Min bi wê re serkeftin hîn kir.” BI DÎMEN
 
*Li Silopiyayê Çîgdem Başak a 9 salî dema diçû malê lingê wê di navbera bariyerên polîsan de mabû û dermankirina wê hîn didome. Heta niha 7 emeliyat derbas kir û rîska ku nikare rabe ser piyan jî heye.
 
*Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir 12'emîn salvegera Viyan Soran bi bîr anî û got:"Viyan Soran û Avesta Xabûr bi wêrekiya xwe jiyaneke nû afirandin."
BI DÎMEN