Jinên Rewşenbîr: 'Li Efrînê herî zêde zarok û jin tên kuştin

  • 16:30 1 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê bi 7 zimanan daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Jinên Endamên Yekîtiya Rewşenbirên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê ku di roja 14'emîn de berdewam dikin  li qada Jinan Azad  bi zimanê kurdî, erebî, firansî, latînî, ispanî,  rûsî û tirkî dan çapemeniyê. Jinên ku daxuyanî dan êrîşên artêşa tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku şerê li Efrînê tê kirin herî zêde bandora xwe li ser jin û zarokan dike.
 
Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Rêbera Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Emîra Hisên ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Artêşa tirk li Rojavayê Kurdistanê û bi teybetî li Efrînê herî zêde zarok û jinan dikuje û li hember van êrîşan welatên navneteweyî jî bêdeng dimînin. Em bang dikin û dipirsin, gelo ev bêdengiya we ji hevkariya we dike hevalên dewleta tirk ku îro gelê li Efrînê dikûje.
Em weke jinên rewşenbîr yên Kantona Kobanê bang li dewletên navnetewî dikin ku ji bo ev êrîş bên rawestandin bikevin tevgerê.
 
Daxuyanî bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê', 'Bê dengî hevkarî ye' û 'Bê deng nemînin' bi dawî bû.