Ji bo Efrînê konê piştgiriyê hat vedan
- 15:55 1 Sibat 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê Partiya Nûjenî Demokratîk li Sûriyeyê konê piştgiriya berxwedana Efrînê veda.
Li navçeya Girkêlegê ya girêdayî kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê Partiya Nûjenî Demokratîk li Sûriyeyê konê piştgiriyê ji bo Efrînê veda. Bi dehan sazî û Rêxistinên Civakî û partiyên din serdana kon kirin, wê kon heta êvarî bimîne. Kon bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG'ê û Partiya Nûjenî Demokratîk hat xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Partiya Nîştimanî Kurdistanî, Partiya Nûjenî Demokratîk û Partiya Pêşverû axaftin hat kirin. Rûla Harûn li ser navê Partiya Nûjenî Demokratîk axivî û wiha got:"Efrîn ne bi tenê ye, gel koletiyê qebûl nake û berxwedana gelê Efrînê dê bi ser bikeve."
Çalakiya konê ji bo piştgiriya Efrînê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" berdewam dike.








