Girtiyan derbarê Efrînê de daxuyanî dan

  • 15:38 1 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan derbarê Efrînê de daxuyanîdan û wiha gotin: "Ji Konanê heta bi Amedê, ji Amedê heta bi Silêmanî, ji Silêmanî heta bi Urmiye, Rusya, Almanya, Fransa Holanda û li her cihekî ku kurd lê hein divê ku li gel gelê Efrînê bin û li ser piyan bin."
 
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat xwestin ku kurd li ku dibin bila bibin divê ku li gel hefrînê bin û li ser piyan bin.  
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandinku şerê li Efrînê encama xweranegirtina AKP û dewleta Tirk a li vîn û rêxistiniya gelê Kurd e û wiha hat gotin; "Berxwedana Efrînê wê xeta serkeftinê li ser mîrateya Kobanê li axa pîroz a Efrînê misoger bike û dersê bide faşîzmê. Zeytûna gelê Efrînê wê 'guliyê zeytûnê' yê AKP'ê bişikîne û parçe parçe bike."
 
Di daxuyaniya girtiyan de hat destnîşankirin ku şerê Efrînê wê nebe şerekî ji rêzê û ev tişt hat gotin; "Berxwedana gelê Efrînê, berxwedana YPG/YPJ û hêzên şoreşger, wê tifaqa AKP-MHP'ê ji hev bixîne. Ji Kobanê heta Amedê, ji Amedê heta Silêmanî, ji Silêmanî heta Ûrmiyê, Rûsyayê, ALmanya, Fransa, Hollandayê divê Kurd li her cihê lê ne ji bo gelê Efrînê rabin ser piyan. Gelê kurd û dostên wan ên li dora berxwedana Kobanê li hev civiyan girîng e ku li cem berxwedana gelê Efrînê jî cih bigirin û li dijî konsepta şer a Erdogan-Bahçelî  ji bo azadiya gelan têbikoşin. Ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî Efrînê em ê ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî re nameyan bişînin."