KCD'ê bertek nîşanî girtina Leyla Guven da!

  • 15:18 1 Sibat 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrîşên li dijî Efrînê û girtina Leyla Guven de daxuyaniya nivîskî weşand. 
 
KCD'ê bi daxuyaniyeke ku da girtina Leyla Guven şermezar kir  û di daxuyaniyê de hat gotin ku Leyla ji hestên kesê naştîxwaz re dibû tercûman.
 
Di daxuyaniyê de KCD'ê bal hat kişandinrser polîtîkayên zextê yên tifaqa AKP-MHP’ê û wiha hat gotin: "Destwerdana leşkerî ya li Efrînê li dijî destketiyên gelê kurd hatiye kirin û ti hinceteke wê ya rewa nîne. Her kesa/e ji xwe re dibêje 'ez mirov im, demokrat im, pêşketî me' û her kesa/ê, her saziya dixwaze bi aştiyane li vî welatî bijî, divê li hemberî van êrîşan derbikeve."
 
KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyala Guven û ev tişt hat gotin: "Leyla Guven li hember hewldanên dagirkeriyê daxuyanîyek da. Wê hêstên gelê kurd, hêstên hemû kes û saziyên alîgirê demmokrasî, aşitî, wekheviya gelan parve kir. Ev sekneke mirovî û demokrat e. Li gorî hevserkeke saziyeke demokratîk tevgeriya ye.
 
Di daxuyaniya KCD'ê de hat aşkerakirin ku  wê dijberiya şer û dagirkeriyê ya ku li Tirkiyê û Kurdistanê bilind dibe, nikaribin asteng bikin û daxuyanî bi van gotinan hat bidawîkirin: "Bi vê baweriyê em bang li hemû gelên Tirkiyê û Kurdistanê dikin ku dengê xwe li hemberî şer bilind bikin. Em ragirtina rêveberên TTB’ê û girtina hevseroka xwe Leyla Guven şermezar dikin."