Li Efrînê 18 kes hatin definkirin
- 15:10 1 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Bi sedan şêniyên herêma Efrînê 18 kesên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan oxir kirin.
Îro bi sedan şêniyên herêma Efrînê 18 kesên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin. Di nav 18 kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 2 sîvîl jî hebû.
Di merasîmê de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD),Tevgera Civaka Demokratîk û bi sedan şêniyên herêma Efrînê tevlî merasîmê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Dayika Şehîd Nîdal Meryem Henan, Hevseroka Desteya Rêvebir a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, Bavê Şehîd Avrîn Receb Mustefa axivîn.
Di axaftinê de sersaxiya hemû Malbatên Şehîdan hat xwestin. Di axaftinan de hat gotin ku dê gelê Efrînê bi hemû hêza xwe xwedî li axa xwe derkevin û berxwedana xwe dewam bikin.
Di dawiyê de her 18 kesên ku jiyana xwe ji dest dan li ser milan, ber bi goristana Şehîd Avesta ya herêma Efrînê ve hatin oxirkirin.








