Zarokên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan

  • 14:44 1 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma " Ji kuştina zarokan re na " bi sedan zarok derketin qadan û ji bo Efrînê meşiyan.
 
Bi sedan zarokên bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya Efrînê bi dirûşma " Ji kuştina zarokan re na" derketin qadan û meşiyan.  Meş ji qada Şehîd Osman Sebrî dest pê kir û bê navber bi dirûşma " Bijî Berxwedana Efrînê, Mirin  ji bo hêzên dagirker"  heta Qada şehîd Rûbar Qamişlo dewam kir. Zarok bi cil û bergên gelêrî tevlî meşê bûn, şaxên zeytûnan, wêneyên zarokên ku di êrîşan de hatin qetilkirin, her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedêr Avesta Xabûr hat hilgirtin.
 
Zarokan li rûyê xwe bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî, Aşurî, Ingilîzî gotina "Ji kuştina zarokan re na" nivîsandibûn. Bi gihaştina qada şehîd Rûbar Qamişlo daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Mamosteyan ve hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Bajarê Qamişloyê Nisrîn Inz ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Efrînê bi zimanekî tund hat şermezarkirin û hat gotin ku têkoşîna hêzên fedayî û gel çawa Kobanê bi ser ket dê li Efrînê jî bi ser bike. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Gelê Efrînê dê bi rihekî têkoşer li Efrînê xwedî derkevin û axa xwe teslîmî tu  kesan neke. 
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê "bi dawî bû.