'Em ê Efrînê ji dil û can biparêzin'
- 14:05 1 Sibat 2018
- Rojane
EFRÎN - Endamên Rêveberiya Rêxistina Sara a Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê û sivîlan bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku berxwedana jinên Efrînê heta dawiyê dê dewam bike.
Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Endamên Rêveberiya Rêxistina Sara a Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Banga me ji hemû kesên xwedîwijdan heye ku li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin."
Gulîstan Arif derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê wiha got:" Em wek jin tu carî van êrîşana qebûl nakin û em teslîm nabin. Em ê axa xwe ji dil û can biparêzin."
Her wiha Sewla Xelîl diyar kir û Efrîn ne bi tenê ye û wiha got:" Ez wekî jineke ereb van êrîşana bi tundî şermezar dikim. Dewleta tirk û hevkarên wê dê tu carî negihêje armanca xwe. Em ê li axa xwe û li rûmeta xwe xwedî derkevin."








