'Efrîn a Kurda ye nayê dayin'

  • 12:50 1 Sibat 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Jina bi navê Fehîme Hemo ku li gundê Çemayê yê Şerayê dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got:"Efrîn a Kurda ye nayê dayin." 
 
Ev 13 roj in ku dewleta tirk bi hemû teknîka xwe ya pêşketî wek balafir, tang, obîs, hewan, katoşa êrîşî herêma Efrînê dike. Gelê sîvîl jî dibin hedefa van êrîşana. Bi rojan e ku bê navber hemû navçe û gundewarên Efrînê tê bombebarankirin. Gundên Xelîl, Suxanekê, Çaqala, Girê Topal, Birçkê Silêman, Şêrxurzê, Bilîlka, Qude, Dêrmişmiş, Gobelê, Kefircanê, Qestel, Basufanê, Iska, Celemê, Cilbirê, Êhecika, Omera, Erebwêranê, Dikmetaş, Şingilê, Bukê, Baflunê, Êndeqnê, Xezewiyê, Hemamê, Kevirê Ker, Kumreşê, Derwêş, Heşarkê, Girê Batman, dîsa girên girêdayî navçeyên Raco, Bilbilê, Şera, Şêrewa, Şiyê, Mabata, Cindirêsê, Meydana, Meydankê, Behdinan jî bênavber tên bombebarankirin.
 
Jina bi navê Fehîme Hemo ku li gundê Çemayê yê Şerayê dijî diyar kir ku sîvîl tên qetilkirin û wiha got:"Em di mala xwe de bûn, saet 5'ê sibehê bû, em bi dengê ketina obîsî ve şiyar bûn. Wê şevê 7 obîs li ser hev li gund ketin. Inşallah xaniyê Erdogan li ser wî de hilweşe. Hêvî dikim ku êşên em dijîn, ew bêtir bijî, çawa em parçeyên zarokên xwe kom dikin, hêviya min ji xwedê ew e ku ew jî parçeyên zarokên xwe kom bike."
 
'Ketina axa Efrînê xeyalên vala ne'
 
Fehîmeyê wiha  qala xeyalê Erdogan ên derbasbûna Efrînê kir: "Ketina axa Efrînê xeyalên dagirkeran ên vala ne. Em weke gelê Efrînê dibêjin ew pê li laşê me hemûyan bikî jî ew nikarî derbasî axa me ya pîroz bibî. Ew axa şehîdan e, kes nikare dikeve nava vê axa pîroz. Em ne ji artêşa wan ne jî ji hevkarên wan ditirsin. Em li gundê xwe li mala xwe ne. Ez mala xwe û zarokên xwe bernadim. Ew çi bikin bila bikin em dev ji axa xwe bernadin."
 
'Efrîn a Kurda ye nayê dayin'
 
Fehîmeyê di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Efrîn a Kurda ye,nayê dayin, em Efrînê nadin dagirkeran. Hevjînê min şehîd ket, lê ez vê dibêjim em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û li kêleka şervanên xwe bisekinin. Bi roja ne dagirker nikarin derbasî axa me bibin, lewma xelkê sivîl dike armanc, wisa dihizirin ku me bitirsînin û em ji axa xwe derkevin, ew xeyal e. Em tucarî dest ji axa bav û kalên xwe bernadin. Bila ew baş bizanibe ku em nahêlin ew derbasî ser axa pîroz bibin. Bijî berxwedana şervanên QSD, YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê."