Nobeta jina ya li dijî tacîzê berdewam e
- 09:40 1 Sibat 2018
- Rojane
AMED - Li Sûrê di 19'ê Çileyê de li dijî mêrê ku di nava mehekê de 5 jin tacîz kirin jinan nobeta parastina rewa dabûn destpêkirin. Jinên ku nobeta xwe berdewam dikin diyar kirin ku heta tacîzkar bê girtin ew ê nobeta xwe bidomîn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedexeyên derketina derve û pevçûnan li her derê nokteyên polîsan hatin avakirin û her der hat dorpêçkirin. Piştî van hemû pêkanînan li navçeyê fuhuş û bikaranîna hişbirê jî zêde bû. Polîsên ku mudaxaleyî bikaranîna hişbir û kesên difroşin nakin, mêrê ku di meha dawî de li Taxa Îskenderpaşayê ya Sûrê 5 jin tacîz kir jî nagirin. Jinan li dijî mêrê ku di nava rojê de jinan tacîz dike di 19'ê Çileyê de nobet dabûn destpêkirin û nobeta xwe berdewam dikin. Jinên ku nobetê digirin her roj saet di navbera 07.00 û 19.00’an de nobetê digirin.
Rêvebira Komeleya Akademiya Jinan a navçeya Sûrê ya Amedê Hatîce Bozkoç got ku bi xerabûna pêvajoyê re bûyerên bi vî awayî gelek zêde bûne li navçeyê û ji ber vê jî kesên tacîzkar bi hêsanî di kolanên Sûrê de dikarin bigerin û wiha got: “Lê belê jinên Sûrê rê nadin vî tiştî. Meha pêşî çend caran bûyerên tacîzê hatin jiyîn. Ew kesê tacîzkar maske dike rûyê xwe, kincên reş li xwe dike û di quncikên tarî de disekine. Dema ku jinek derbas dibe wê hembêz dike û tacîz dike. Piştî ku ev bûyer çend caran hate jiyîn jinên taxê bertek nîşanê vê tiştê dan û dest bi nobetê kirin. Jin dibêjin ‘em ê nehêlin di kolana me de kesekî wiha bijî’. Ji ber vê jî jinan ço dan destên xwe û dest bi parastina xwe ya rewa kirin û nobeta jinan hîn jî berdewam dike.”
‘Jin xwedî li taxa xwe derkevin’
Hatîce di bedewama axaftina xwe de got ku piştî jinan dest bi nobedê kirine ew tacîzkar hîn nehatiye taxê û wiha pê de çû: “Ji ber vê bûyerê me daxûyanî da û jinan dest bi nobedê kir ew tacîzkar heta niha nehatiye taxê. Ev jî tê wê wateyê ku ew tacîzkar ji hêza jinê tirsiya û paşve gav avêt. Lê jinên taxê dibêjin ku heta tacîzkar neyê girtin û dîtin e wê dest ji nobeta xwe bernedin. Jin ji bo xwe û taxa xwe biparêzin tim di nava hewldanê de ne."
‘Em ê li ber xwe bidin’
Hatîce di dawiya axaftina xwe de got ku jinên vê derê û ew li dijî van hemû tiştan serî radikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan li dijî tacîzkar serî netewand û neketin malên xwe. Em nizanin ku wê ew tacîzkar careke din were yan na. Ji ber vê jî wê ev nobed berdewam bike, heta ku tacîzkar bê girtin”








