ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 1 Sibat 2018
- Rojev
*Li Sûrê di 19'ê Çileyê de li dijî mêrê ku di nava mehekê de 5 jin tacîz kirin jinan nobeta parastina rewa dabûn destpêkirin. Jinên ku nobeta xwe berdewam dikin diyar kirin ku heta tacîzkar bê girtin ew ê nobeta xwe bidomîn. BI DÎMEN
*Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hebûn Êto têkildarî pêvajoya dawî ya Herêma Efrînê nirxandin kir û got: "Bêdengiya navneteweyî tê wateya erêkirina kuştina sivîlên Efrînê û dagirkirina axa Sûriyeyê." BI DÎMEN
*Zeytîn Ozlu ya 80 salî ku ji ber polîtîkayên dewletê ji Amedê koçî Kuçuk Dîkîlî ya Seyhan a Edeneyê kir ji ber rewşa aborî têkoşîna jiyanê dide. Zeytîn a ku di bin şert û mercên giran de dijî li bende piştevaniyê ye. BI DÎMEN
*Zaroka 12 salî Tuana kemana xwe ji bo sewalên kolanê lê dide û bi pereyê qezenc dike jî ji sewalan re xwarinê dikire. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur derbarê 3’emîn Kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de li Salona Sporê ya Arenayê ya Enqereyê dê pêk were axivî û got hedef dikin ku 15 hezar kes tevlî kongreyê bibin û bi taybet jin vexwendiyê kongreyê kir. Nur da zanîn ku wê kongre bibe bersiva êrîşên li dijî Efrînê jî. BI DÎMEN
*D.E ya ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde rastî şîdetê hat, serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê jî bersiva ‘Tiştekî bê kirin tune, hejmara wî asteng bike’ da.
*Li Şirnex a ku yek ji 94 şaredariyên DBP’ê ku qeyûm lê hatin tayîn kirin e, ji ber pirsgirêkên binesaziyê bajar veguheriye axê. Hat diyarkirin ku qeyûmê şaredariya Sîlopiyê ji bo boriyên xetimîne, ji gel pere xwestiye û taxên ku pere nedane jî xizmet lê nayê kirin.
*Viyan Soran di sala 2003’an de li Heftanînê li dijî komploya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û bi gotina ‘Ez jî wek gelek hevalan deyndarê gel û jinên êşê dikişînim e’ û êşa hemû jinan veguherand têkoşînê.
*Rêhevala Viyan Soran ango endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif behsa ruhê têkoşîn û azadiyê yê Viyan Soran dike û dibêje ku Viyan Soran bi tevlîbûna xwe şoreşa jinên başûrê Kurdistanê ava kiriye. BI DÎMEN
*Raniya Mamo ya ku mala wê li gundê Çema yê Efrînê ye diyar kir ku mala wê di encama êrîşên dewleta tirk de hatiye hilweşandin û wiha got:"Mala min hilweşandin, ew gund bi tevahî jî hilweşînin ez dernakevim. Vir axa min e. Dê têkoşîna me êrîşa dagirkeran vala derxîne."








