Di encama topebaranên dewleta tirk de 12 sivîl birîndar bûn

  • 15:05 31 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Di encama topebarana artêşa dewleta tirk a li ser herêma Efrînê de 12 sivîl birîndar bûn û sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Eşrefiyê ya kantona Efrînê di encama topebarana artêşa dewleta tirk de 12 sivîl birîndar bûn û sivîlekî jiyana xwe ji de da. Di nav de du zarokên bi navê  Arhat Ehmed Elîko  (9) û  Mihemed Ehmed Elîko (10) jî hene. Her wiha sê jinên bi navê Gulê Mihemed Xelîl (40), Emîna Ebdullah Ferec (50) û  Helîma Ehmed Menkawî (70) jî hene.