Dewleta tirk navçeyên Racoyê û Cindirêsê bombebaran dike
- 15:04 31 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Dîsa artêşa tirk bi balafiran êrîşî navçeya Cindirêsê dike.
Dewleta tirk bi balafirên şer navçeyên Cindiris û Racoyê bomberan dike. Artêşa tirk hewl da ku derbasî Kevirê Ker bibe û rastî kemîna şervanan hat. Hat gotin ku dozerek artêşa tirk hat rûxandin. Her wiha bombebaran a li ser gundên Hemamê û Hesîrkê berdewam dike.








