Dayikên Efrînê bi çêkirina xwarinê piştgiriyê didin şervanan
- 14:43 31 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî- Ferîde Zede
EFRÎN - Li herêma Efrînê berxwedana gel a li hember êrîşan berdewam dike. Dayikên Efrînê jî bi moralekî bilind xwarinê ji şervanan çê dikin û têdikoşin.
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Efrînê bi hemû cureyên xwe berdewam dike. Dayikên herêma Efrînê jî bi çoşeke mezin û moralekî bilind ji şervanên YPG-YPJ'ê yên ku li hember dewleta Tirk berxwe didin xwarinê çê dikin. Dayikên ku bi çêkirina xwarinê piştgiriyê didin şervanan wiha gotin:" Efrîn warê Arînan û Avestayan e, bi berxwedana jina dê kurd bi ser bikevin."
Endama Kongra Star a navçeya Efrîna Kevin Neyîme Hesen diyar ki ku jinên Efrînê ji bo her tiştî amade ne û li ber xwe didin û wiha got:"Ji ber ku dewleta tirk têk diçê loma êrîşî sivîlan dike."
Dayika bi navê Gulistan Fewzî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:" Bi van êrîşana dixwazin îradeya gelê kurd û hêza gelê kurd bişikînin. Lê gelê kurd bi hêza îradeya xwe tê nasîn û em ê heta dawiyê ber xwe bidin."
Ji aliyê din ve jî jina bi navê Ferîde Elî jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Çawa ku jina kurd bi berxwedan û tekoşîna xwe li Kobanê, Reqayê û li Minbicê bi ser ketin wê li Efrînê jî bi ser bikevin. Em wek dayikên Efrînê em ê heta dawiya emrê xwe şopdarên xeta Arînan û Avestayan bin."








