'Dê berxwedan a gelê Efrînê be'

  • 14:18 31 Çile 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî meşa mezin a herêma Cizîrê ya ji bo piştgiriya Efrînê bûn, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin, berxwedana gelê herêma Efrînê silav kirin û banga piştgiriya wan kirin.
 
Berxwedana gelê Efrînê li hember artêşa tirk û çekdarên wê di roja 12'an de didome. Gelê Kurd û dostên wan li seranserî Bakurê Sûriyeyê û li welatên derve bi çalakiyan piştgiriya xwe ji Efrînê re nîşan didin. Gelê Herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe li Qamişlo meşeke girseyî li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn berteka xwe li hember êrîşên dewleta Tirk anîn ziman û berxwedana Efrînê silav kirin. 
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê Hêvî Seyid êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Ez êrîşên dewleta Tirk a faşîzm a li ser me Kurdan û bi taybet li Herêma Efrînê şermezar dikim. Bila hemû dewletên cîhanê bizanibin ku tu kes nikare li hember Kurdan de bisekine, ji ber ku em wek gelê Kurd li ser fikir û ramanên Rêber Apo mezin bûne. Em şopdarên riya şehîdên xwe ne, em wek Meclisa Malbatên Şehîdan bi tena serê xwe şoreşek in û tu kes nikare li hember şoreşa me bisekine, em ê li hember dewleta Tirk a faşîzm derkevin. Ez silavên germ ji gelê xwe yê herêma Efrînê dikim ku li hember faşîzma Erdogan li ber xwe didin, em li pişta wa ne. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin."
 
Endama Hêza Parastina Cewherî Semîra Omer a ji bajarê Qamişlo berxwedana Efrînê silav kir û wiha got: "Ez wek Hêza Parastina Cewherî armanca min ji beşdarbûna nava meşê ev e ku ez ji milê ewlehiyê ve parastina bajar û gelê xwe bikim. Em wek welatiyên Herêma Cizîrê me meşek li dar xistiye ji bo piştgirya berxwedana Efrînê. Heya ku dijminê me têk biçe û gelê me li Efrînê bi ser bikeve em ê li ser piyan bin."
 
Welatiya bi navê Medîna Emîn jî  hestên xwe yên tevlîbûna meşa mezin a ji bo piştgiriya Efrînê wiha anî ziman: "Em hemû jin, mêr, ciwan û zarok tevlî çalakiya meşê bûne ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê. Ez bi hêvî me ku şerê li dijî Kurdan bisekine û dewletên Navnetewî xwe berpirsiyarê vî tiştî bibînin. Eger gelê Kurd hemû jî bibe yek û li dijî dijmin de li ber xwe bide, wê dawiya Efrîn jî serkeftin be. Bijî YPG bijî YPJ."
 
Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sîham Silêman jî bêdengiya dewletên Navnetewî a ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Em bi hêz, îrade û moralê xwe bi Efrînê re ne, em ê piştgiriya Efrînê bikin heya ku ji dijmin paqij bibe. Em ê li pey doza xwe bin heya ku em Kurdistaneke azad ava bikin. Bijî berxwedana Efrînê."
 
Ji aliyekî din ve jina bi navê Perwîn Ibrahîm jî serkeftin ji berxwedana Efrînê re xwest û wiha got: "Ez spasiya YPG'ê û YPJ'ê dikim bi hêviya serkeftinê ji bo wan. Çawa ku Kobanê, Şedad, Reqa û Minbicê bi hêza Kurdan û YPG û YPJ'ê hate rizgarkirin, wê Efrîn jî rizgar bibe, wê Efrîn bibe goristan ji dijminan re."
 
Welatiya bi navê Fatma Mihemed ku ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê beşdarî nava meşa piştgiriya Efrînê bû wiha got: "Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê şermezar dikin. Daxwaza me ji dewletên navnetewî û netewên yekbûyî ev e ku li hember êrîşên Tirkan û li hember kuştina sivîlan bi taybet a zarokan bisekinin. Daxwaza Erdogan ew e ku Kurdan li ser rûyê erdê nehêle û Kurdan tune bike, lê em ê her bi ser bikevin. Bijî berxwedama Efrînê."
 
Dayika bi navê Zehra Keleş jî wiha got: "Em bi can û xwîna xwe bi Efrînê re ne. Efrîn ne bi tenê ye, em li pişt wê ne û her wiha em bi serokê xwe re ne jî. Heya dilopa xwîna me hebe, em ê bi Efrînê re bin."
 
Jina ji pêkhateya Suryan, Sîmêr Mifris jî li ser berxwedana Efrînê wiha got: "Wê Efrîn bi saya keda YPG'ê, YPJ'ê û QSD'ê bi ser bikeve. Em wek pêkhateyên Suryan me gelek tundî ji destên dewleta Tirk a Osmanî di dema desthilatdariya wê de dîtiye. Li herêma Efrînê wê bi ked û hêza gelên wê yê berxwedêr, berxwedan bi ser bikeve. Dê berxwedan a gelê Efrînê be. "