Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da
- 14:17 31 Çile 2018
- Rojane
TILTEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan a Aşûriyan êrîşên li ser Efrînê bi daxuyaniyê şermezar kirin.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Saziya Malbatên Aşûriyan êrîşên li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Aşûriyan Cemîla Kako ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de çalakiya Avesta Xabûr hat pîrozkirin û hat gotin ku Avesta serkeftina Efrînê ya mîsoger e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê gelê Efrînê tu car serî li ber dagirkeran netewînin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin.
Daxuyanî bi dirûşma " Bijî berxwedana Efrînê " bi dawî bû.








