Gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrînê dimeşin
- 13:41 31 Çile 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi sed hezaran ji pêkhateyên Rojava-Bakûrê Sûriyeyê bi armanca piştgiriya berxwedana Herêma Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê meşek girseyî li dar xistin.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber berdewam dike. Gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin bi dirûşmên " Her der Efrîn her der berxwedan", "Gelê Bakurê Sûriyeyê yek e", "Bijî berxwedana Efrînê" ji xaçerêya Sirînê ya kantona Kobanê dest bi meşa girseyî kirin. Bi sed hezaran ji welatiyên Kobanê û navçeyên wê, Girê Spî, Eyn Îsa, Minbic, Reqa, Dêrezorê û tevahî gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê beşdarî meşa girseyî bûn. Her wiha hêzên leşkerî YPJ/YPG, QSD, Asayîş, Trafîk, Erka Xweparastinê, HPC û hemû saziyên Civaka Sivîl ji bo êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin beşdarî meşê bûn.
Meşevanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG'ê, Kongra Star, TEV-DEM, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şaxên zeytûnan hilgirtin.
Dê meşê heta ber Qereqozaqê bidome û ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) axaftinê bê kirin.








