Bi hezaran gelê Minbicê ji bo meşa girseyî berê xwe dan Sirînê
- 11:46 31 Çile 2018
- Rojane
MINBIC - Bi hezaran gelê bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin û ji bo meşa girseyî berê xwe dan Sirînê.
Bi hezararan gelê Minbicê û gundewarên wê berê xwe dan meşa girseyî a ku dê li bajarê Sirînê a kantona Kobanê ya herêma Firatê dest pê bike. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi hezaran ji gelê Minbicê, endamên sazîyên civakî, Rêveberiya Xweseriya demokratîk, Hêzên Parastina Hundirîn, Heyva Sor a Kurdistanê berê xwe dan Sirînê. Alên QSD'ê, Meclisa Jin a Minbicê û şaxên zeytûnan hat hilgirtin.
Her wiha ji her aliyên Rojava-Bakurê Sûriyeyê dê gel beşdarî meşê bibin.








