Jinên Cindirêsê: Efrîn rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin

  • 09:53 31 Çile 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Jinên navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin:"Em ji tank û topên Erdogan natirsin, heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê berxwe bidin."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê didome, di bin êrîşên tank û topan de gelê Efrînê li ber xwe dide. Derbarê êrîşên li ser Efrînê de jinên Cindirisê bertek nîşan dan û wiha gotin:"Bila Erdogan baş bizanibe ku gelê Efrînê li ser axa xwe ewqas sal in li berxwe didin loma ew nikarin vê axê dagir bikin. Em ê bi îradeya xwe ya xurt li ser piyan bisekinin û berxwe bidin."
 
'Jinên Efrînê rê nadin hêzên dagirker'
 
Welatiya bi navê Fîden Ebdo diyar kir ew dev ji berxwedana xwe bernadin û wiha got:"Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, Erdogan dê nikaribe axa Efrînê dagir bike. Tu caran jinên herêma Efrînê ji tank û topên dewleta Tirk natirsin. Ev gelek roj in ku dewleta Tirk bi balafiran êrîşî sivîlan dike lê li hember van êrîşên hovane gelê Efrînê berxwedana xwe dewam dike."
 
'Em ê wekî jinên ereb Efrînê biparêzin'
 
Di heman demê de welatiya bi navê Fatmê Ebdulrihmen a ji pêkhateyên ereb  li ser êriş û komkujiya Efrînê wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ne bi tenê gelê kurd topbaran dike, gelê ereb û zarokên bi temenê 2 salî jî topbaran dike. Em ê wek pêkhateyên ereb tevî zarokên xwe bi YPJ-YPG'ê re li dijî dagirkeran şer bikin. Em xwedî îrade û bi rûmet in. Em ê wekî jinên Ereb Efrînê biparêzin."
 
'Em dev ji berxwedana xwe bernadin'
 
Ji aliyê din ve jî welatiya bi navê Fuziyê Ehmed jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Bila Erdogan baş bizanibe ku ew ê vê berxwedana bi salan nikaribe têk bibe. Heta dawiyê em ê li rex YPG-YPJ'ê tekoşîna xwe dewam bikin."
 
'Em dev ji axa xwe bernadin'
 
Her wiha Xezalê Cesêm jî wiha got:"Ev bi rojane ku dewleta tirk bi balafirên xwe navçeya Cindirêsê bombebaran dike, zarokên biçûk qetil dike lê tevî hemû êrîşan jî gel li malên xwe ne û dev ji axa xwe bernadin, tekoşîn û berxwedana xwe dewam dikin. Efrîn rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin."