Ji hevpîşeyên wan bo endamên TTB’ê: Em heta dawî li pişt we ne

  • 09:08 31 Çile 2018
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka SES’ê Gonul Erden bertek nîşanî binçavkirina endamên Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk da û got: “Em em piştgiriyê didin banga TTB’ê ya ji ber berpirsiyariya pîşeyî ku rûmeta hekîmtiyê  parastiye û heta dawî li pişt wan in. "Doktor Ayşegul Tozeren jî got: "Endamên Konseya Navenda TTB’ê tenê li ser sonda xwe mane, yanî li ser rûmeta xwe mane."
 
11 doktorên endamên Konseya Navenda TTB’ê ku ji ber li dijî êrîşên Efrînê banga ‘aştiyê’ weşandin hatin binçavkirin hîna di bin çavan de ne.   Bertekên li dijî binçavkirina doktoran berdewam dikin.
 
Hevseroka SES’ê Doktor Gonul Erden ku ji bo piştevaniya hevalên xwe hat ber avahiya Navenda TTB ya Enqereyê diyar kir ku hevalên wan yên bi salane li bajarên cuda têkoşîna mafê tenduristiyê dane li bajarên cuda hatine binçavkirin û got: “Em li dijî vê rewşê matmayî neman. Bi hineta ku TTB’ê ji bo aştiyê daxuyaniyek da,  li dijî wan kampanyaya lînçê hat destpêkirin.
 
‘Emê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Gonulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji ber banga ‘aştiyê’ a TTB’ê hedef hatine girtin û got: “Du roj berê lêpirsîn hatin destpêkirin.  Duh serê sibê hevalên me di serdegirtinê de hatin binçavkirin.Ev jî nîşaneya şer û şîdeta li Tirkiyeyê ye. Em vê îro carek din dijîn. Lê ev bi salane em kedkarên tenduristiyê ji bo aştiyê dixebitin.  Rêya diçe tenduristiyê ji aştiyê derbas dibe.”
 
‘Em heta dawî li pişt wane’
 
Gonulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew heta dawî li pişt hevalên xwe ne û bang li her kesî kir ku xwedî li TTB’ê derkevin û got wê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.
 
Endama Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Benan Koyuncu Aydinê jî bi lêv kir ku piştî daxuyaniya TTB’ê ya ji bo tenduristiya gel hatiye kirin şûnde rastî êrîşan hatine û got bi talîmata wan 11 hevalên wan hatine girtin û diyar kir ku wan ji şer re gotiye na ji aştiyê re gotine hema niha û wê her tim jî wisa bêjin.
 
‘Hekîm xwedî li rumeta xwe derketin’
 
Doktor Ayşegul Tozeren jî  sonda hekîmtiyê bibîr anî û got endamên Konseya Naventa TTB’ê ji sonda xwe re dirûst mane û bertek nîşanê binçavkirinan da.