‘Mêr ji gotinên hikûmetê cesaretê digirin’
- 09:04 31 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Mêrê bi navê Duran Evkaya ku bi salan diket malan û jin îstismar dikirin, herî dawî ket mala jina bi navê E. O û hat girtin. Parêzer E.O, Dîren Cevahîr Şen got: “Rêveberên dewletê, hikûmetê hema hema her roj derbarê jinan de gotinan dibêjin û ev jî peyamê dide mêran.”
Mêrê bi navê Duran Evkaya ji 12’ê Çileyê 2016’an heta niha ji bo diziyê diket malan û bi giştî 4 jin li wan malan îstîmar kir. Herî dawî li Beşîktaşê ket malekê û êrîşa zayendî li hemberî jinekê pêk anîn û ew mêr di kamerayên avahiyê de hat teşîskirin. Bi piştgiriya E.O Duran hat girtin. Parêzera E.O Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku mêrê gumanbar hemû sûcdarî qebûl kiriye.
Du salan êrîşan berdewam kir
Dîrenê diyar kir ku di ser êrîşa zayendî ya li hemberî E.O de sê meh derbas bûye û hîna jî bi fikare û wih agot: “Duran 2 salan wisa geriya. Ji bo jinên ku rastê îstîsmara wî hatin ev pêvajo zehmet bû. Piştî êrîşan jinan travma jiyaye.”
‘Jiyan ji bo jinan bê ewleye’
Dîrenê di berdewamiyê de daxuyakirin ku rewşên bi vî rengê gelek tên jiyîn û mêrên ji bo diziyê dikevin malan li dijî jinan êrîşa zayendî pêk tînin û wiha pê de çû: “Ev mêr di demeke kurt de nayên dîtin. Ji bo jinan jî bi xofe. Diçin polîs. Polîs dibêje ‘Em lê digerin’. Lê kolan ji bo jinan kirine rewşa bê ewle. Jin bi rehetî nekarin bigerin.”
‘Hemû mêr vê peyamê digirin’
Her wiha Dîrenê bi lêv kir ku mekanîzmayên parastin û gilîkirinê jî baş pêk nayên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Rêveberên dewletê, hikûmetê hema hema her roj der barê jinan de gotinan dibêjin û ev jî peyamê dide mêran.”








