‘Meclîsên Jinan hêzê dide jinên Îzmîrê’
- 09:02 31 Çile 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li ser navê Meclîsa Jinan Sennur Galîp derbarê xebatên rêxistinê yên li Îzmîrê dimeşînin de axivî û diyar kir ku meclîs hêzê dide jinên li bajar dijîn.
Jinên bi dirûşma ‘dest nedin cilê min’ li ser çapemeniya civakî xwe rêxistin kirin û çalakî dan destpêkirin di meha tebaxa borî de li Parka Maçka Demokrasiyê hatin cem hev. Jinan di forumê de li dijî têkoşîna bi pirsgirêkan re biryara avakirina meclîsê girtin. Piştî biryarê jinan gotinên xwe veguhertin çalakiyê û di bin navê Meclîsa Jinan de xwe rêxistin kir. Di serî de li Stenbolê, li Eskîşehîr, Enqere û Îzmîrê meclîs rêxistin kirin û armanca wan a herî mezin xwe bigihînin hemû bajaran.
Li Îzmîrê xebat didomin
Endama Meclîsa Jinan a Îzmîrê diyar kir ku li gelek nokteyên Îzmîrê xebatan dimeşînin û hewl didin xwe bigihînin jinan û wiha got: “Jinên Îzmîrê li meclîsa bi mafê gotina wekhev tên cem hev. Yek ji bajarên ku kuştinên jinan lê zêde bûye Îzmîr e. Xebat bi lez didomin. Sedema zêdebûna şîdet û kuştinan qanûn û pêkanîn in.”
Sennurê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Meclîsên Jinan a Îzmîrê hêzê dide jinan û got di dema ku têkoşîna jinan zêde bûye de kuştinên jinan jî kêm bûne lê di demên dawî de bi qanûnên hatine derxistin û gotinên ku jinan hedef digirin kuştinên jinan dîsa zêde bûne.
Sennurê di dawiya axaftina xwe de got Meclîsên Jinan û Platforma "Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin" hem dozên kuştinên jinan dişopînin û hem jî li ser çapemeniya civakî cudabûnê diafirinîn.








