Nisêbînî: Em ê li konan bimînin lê li TOKÎ’yan najîn

  • 09:01 31 Çile 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî rêveberiyên xweser şûnde bi hilweşîna  xistin jiyanê re gelek tax hatin talankirin.  Wekatiyên ku xaniyên wan hatin hilweşandin û neçarî TOKÎ’yan hatin kirin jî diyar kirin ku ew ê di konan de bimînin lê li TOKÎ’yan najîn.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 14’ê Adar û 24’ê Tîrmeha 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê di encama hilweşîn û talanê de li taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê bi hezaran avahî hatin hilweşandin.  Taxên ku hatin cemawerîkirin jî teslîmê TOKÎ’yan hatin kirin.  Tevî ku şêniyên taxan li dijî vê derketin jî înşatan berdewam kir û taxa Zeynel Abîdîn lê zêde bû.
 
Gelê Nisêbînê jî bertek nîşanê TOKÎ’yan da û diyar kirin ku  avahiyên li ser bedenên zarokên wan hatine avakirin qebûl nakin û lê najîn.
 
‘Ezê şûna xaniyê xwe şûnde bigirim’
 
Esra Kolak ya li taxa Zeynel Abîdîn rudinişt diyar kir ku 15 roj berê sê kes hatine û der barê TOKÎ’yan de pirs pirsîne û wiha berdewam kir: “Çend hefte berê du jin û mêrek hatin mala me. Ji me re pirsên ‘hun TOKÎ’yan dixwazin? Hun TOKÎ’yên çawa dixwazin?’ pirsîn.  Hewl dan me îqna bikin.  nîşe girtin. Lê min ji wan re got ez erseya xwe şûnde dixwazim. Xaniyê min di dema pevçûnan de hilneweşandin.  Piştî qedexe rabû şûnde  xanî li ber çavê me hilweşandin.”
 
‘Emê di kon de bimînin lê naçin TOKÎ’yan’
 
Esrayê bi lêv kir ku ew di konde bimîne jî naçe TOKÎ’yan û got hîna ji taxê cenaze tên derxistin û ew wekê gelê Nisêbînê TOKÎ’yan naxwazim.
 
 Rahîme Aksu jî ev tişt bi lêv kir: “Ne min ne cîran û xizmên min ji bo TOKÎ îmze navêtin.  Hîna cenaze tên derxistin. Emê heta dawî berxwe bidin.  Ez ji bo kirê li bazarê dixebitim.  Jinên din li cihên din. Her kes bi awayekî li ser piya disekinin.”